Polîtîk

Ji bo têkdana pêwendiyên Hewlêr û Bexda hewldan hene

Li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mihemed Helbûsî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û şandekî li gel kir ku ji hejmarek endamên Encûmena Nûnerên Iraqê pêkhatibûn.

Li civînê de ku Fazil Mîranî Sekreter û Dr Roj Nurî Şaweys û Hoşyar Zêbarî û Kerîm Sincarî Endamên Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê û Hêmin Hewramî Cîgirê Serokê Parlemena Kurdistanê amade bûn, rewşa siyasiya Iraqê û pêşhatên siyasiyên dawî û hengavên ji bo temamkirina pêkhata hikûmeta nû ya Iraqê guftûgo kirin.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de ronahî xistin li ser peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda û dirustbûna wê hewaya erêniya ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda ya li piştî hilbijartinên Iraqê hatiye holê, bilind hate nirxandin û tekez li wê yekê kirin ku pêwîste rêgirî li wan dengan bê kirin ku bi niyeta têkdana wê hewaya erênî, ji ber ku başbûna peywendiyên Herêm û Bexda dibê sedema aramî û geşbûnê li hemû Iraqê da.

Rewşa parêzgeha Nînowa û rewş û guzeriya xelkê wê parêzgehê û birêvebirina Musilê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û her dû alî tekez li ser zêdetir kirina hewlên ji bo vegerandina xizmetguzarî û aramî û bexteweriyê ji bo hemwelatiyên parêzgeha Musilê kirin û eve jî dûpatkirin ku pêwîste xelk û pêkhatên parêzgeha Nînowa beşdarî li birêvebirina wê parêzgehê da bikin.

 

Back to top button