Dosya

Ji bo serxwebûnê em di xizmeta serok Barzanî de ne

Pişgiriya aliyên siyasî ji bo serokê Kurdistanê berdewam e. Însîyatîf pişgiriya xwe ji bo pêvajoya serxwebûnê dide diyarkirin.Însiyatîfê di vê derbarê de daxuyaniyek belav kir. Jİ RAYA GİŞTİ REEm bûn şahidê mînakên zindî yên ku hertim bala me dikişandin li rêça serxwebûn û yekîtiya kurdistanê û di vê rêyê de gelek serok û rêbera û cangoriyên kahraman pêşmergeyên Kurd û Kurdistanê canê  xwe bi pakrewanî dan ji buna serxwebûna kurdistanê.Îro ciyê şanaziyê ye ku serokê devlete federe kurdistanê û serfermandarê pêşmerge rêzdar Mesud Barzanî ji buna danezanîya serxwebûnê biryara xwe ji serokê Dewletên Yekbûyî Yên amerîka û Yekîtiye Avrupa re diyar kir.Piştgiriye serxwebûnê ji wan xwest û bu cihê dilxweşiyê ku rêzdar serok Mesud Barzanî bi hêviyê xweş vegeriye Kurdistanê.Rêzdar Mesud Barzanî ji serok û desthilatdariya partiyên kurdistanê xwest ku piştgiriye danezana serxwebûnê bikin û piştgiriya cenabê vî bikin.Em jî veke insiyatîfa yekîtiya PDK (li bakur)  dengê xwe ji raya giştî re diyar dikin. Emê ne piştgirî tenê, emê di  xizmete serok rêzdar Mesud Barzanî û di xizmete serxwebûna kurdistanê de bin. 20-06-2015Bijî Kurd û KurdistanBijî serxwebûna KurdistanKOMİSYONA İNSİYATİFA YEKİTİYA PDK (Lİ BAKUR)

Back to top button