Li Ammanê serokê Kurdistanê û şahê Urdinê civiyan
Li ser vexwendina fermî ya Şah Abdullah Şahê Urdinê, Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê bi serokatiya şandeyekê. Îro roja pêncşemiyê 21.05.2015ê gihişte Aman paytexta Urdinê û li balefirxaneyê ji aliyê mîr Feysel bin Hisên, birayê şahê Urdinê, û hijmareke berpirsên wî welatî ve hat pêşwazî kirin.Paşî serok Barzanî û şandeya pê re ji aliyê şahê Urdinê şah Ebdula ve hatin pêşwazî kirin û di civînekê de tekîd li ser xurtkirin û berfirehkirina têkeliyên navbera Hewlêr û Aman di hemû waran de hat kirin. Şarok Barzanî û şah Ebdula beha rewşa Îraqê ya emnî û siyasî û bi tyabetî reşa wîlayeta Enbarê ku hevtixûbe digel Urdinê û niha ketiye bin destê rêxistian terorîstiya DAÎŞ hat kirin û tekîd li ser wê yekê hat kirin ku divê hemû alî bê cudahî di şerê dijî DAÎŞê hev bigirin.Serokê Kurdistanê dê roja 22.05.2015ê beşdariyê di korbena aborî ya cîhanî de bike.