Di Mem û Zîn ê de Neteweperestiya Kurd

Gabar Çiyan“Rewşa polîtîk a dijwar, ne tenê li lêkolînên edebî, dîrokî û etnolojî, her wihabandorê ziman û çanda kurdî jî dike. Dabeşkirina Kurdistanê nav çend welatan,durbûn anîye pê û çanda kurdî jî perçe kiriye, xet xistiye navê. Ji boberxwedana gelê kurd qels bikeve, karakterên netewî têk bibin, bi asîmîlê jiholê rakin û bikin kole, çi xirabiyên pêwîst hene dihênin pê.Li dijî vê siyaseta hov, kurda herdem berxwe da û serî hilda. Ji sedsala 19 an,ber bi ya 20 an, tevgera netewî rengek polîtîk girt û avakirina dewletek netewîbû yek ji armancên bingehîn. Kurdayetî êdî bû motora tevgera netewî a esasî.Helbestvan û ronakbîrê kurd Ehmedê Xanî (1650-1707) mirovê yekem e kubingeha neteweperestiya kurd daniye. Wî, bi destana Mem û Zîn ê rewşaKurdistanê bi şêweyek polîtîk analîz kir, ji bo azadî û avakirina devletek netewîbi navê Kurdistan, bang li xelkê kir.Xanî bala gelek lêkolînêr û nivîskaran kişandiye. Dema qala roja ji dayikbûn ûwefata wî tê kirin, li ser heman rojê li hev nakin. Ev yek bo nivîsîna Mem û Zînê jî derbas dibe. ​Xanî bersiva pirsê di Mem û Zîn de dide. Sala 1061 (2652), dibêje. Li gorîsalnama mîladî di 1650-1651 hatiye dinyê. Nivîsîna Mem û Zîn ê di 44 saliya xwede dawî aniye (2653). Li gorî mîladî dibe 1695. Aladdin Sucadî li ser sala wefatêlêkolîn kiriye û “Di dîroka Edebiyata Kurdî” de dibêje ku Xanî 57 salan jiya ye ûdi sala 1706-1707 de wefat kiriye.Xanî, bi turkî, erebî û farisî baş zanîbû. Lê wî berhemên xwe bi kurdî nivîsî.Kurbûn û bedewbûna kurdî raxist ber çavan û pê, berhemên giranbûha afirand.Bi bilindiya helbestê, mezinbûna hunera xwe eşkere kir. Weke ronakbîr û bihelwêsta rêvebirekî, dîtina xwe li ser navê gel, bi riya nivîsînê ragihand. Didîroka Edebiyata Kurdî de, nirx û cihê berhemên wî, nikare lê mêzênê bikeve,giranbûha ne. Sê kitêbên hêja hiştine: Nûbara Biçukan, Aqîda Îmanê, Mem ûZîn.Nivîsîna Nûbara Biçukan 1094 (Hicrî) de bi dawî hatiye. Ferhenga erebî-kurdî, bişêweyê helbestê nivîsî ye. Ji 14 beşan pêk tê û giringiya başbûn û fêrbûnê jixwe re dike mijar. Di dema fêrkirinê de, sebir, zanabûn û berdewama kar jimamosteyan re tewsîye dike. Xanî, nirxêk mezin dida zarokan. Ji rêvebirên wêdemê bêhtir, hêviya xwe bi neslên nû girêdabû. Li gorî Xanî, neslê nû bixwendin û perwerdê dê berê kurda bida rizgarî û felatê.Eqîda Îmanê ji 73 risteyan pêk tê. Erebî, bi hatina Îslamê re ne tenê li bawerî,her wiha li adet û toreyan jî tesîra piralî kir. Di demek wiha de ku, nivîsînaerebî di nava gelek milletan de populer bû, nivîskarên kurd jî bi erebî dinîvisîn,Xanî, qaîdeyên Îmanê bi kurdî şirove kir. ​Giringiya wê, ji nivîsîna bi kurdî tê. Bi nivîsîna Eqîda Îmanê ispat û îqna kir ku,bi kurdî jî şirovekirina Îslamê dibe, ne guneh e, baştir tê fêmkirin.Di Edebiyata Kurdî de berhema herî mezin û giranbuha, Mem û Zîn e. Û EhmedêXanî jî, bo du sedeman di Dîroka Edebiyata Kurdî de helbestvan û revebirê herîmezin e:Mem û Zîn, li ser esasê qeîde û şertê destana klasîk a rojhilat nîvîsî. Berhem liser çîrokek kurdî ava kir û bi vê, zimanê kurdî anî mustewa zimanên rojhilat.Xanî, di dîroka kurda de, kesê yekem ku, neteweperestiya kurd, formule û zelalkiriye. Di Mem û Zîn ê de, sedema rewşa xirap li welêt, bi perçe kirinaKurdistanê, di nav Sefewî û Osmaniyan de, girê dide. Di vê rewşa xirap de jî,kurd karin berxwe bidin û dewleta xwe a netewî ava bikin. Tenê sê tişt dikarekurda bighêjîne felatê, gotiye:Yekîtî, bihêzbûn û însanetî (qencî).”Nivîsa jor, beşek ji analîza nivîskar Ferhat Şakelî bû. Lêkolîna wî derbarê “Memû Zîn ê de Neteweperestiya Kurd” têra xwe balkêş e. Kitêba wî di nav weşanênDoz ê, li Istanbulê bi turkî derketibû. Ji bo kesên dixwazin Ehmedê Xanî baştirnas bikin, çavkaniyek bi nirx e.EuroKurd News 

Nerîna min :