Sûda nivîsandina zimên
SÛDA NIVÎSANDINA ZIMÊN
Ciwanên Hêja!
Xwişk û Birayên Dilovan!
Bêguman meriv bi çi zimanî bipeyive, meriv suxreya çanda wî zimanî dike.
Meriv bi çi zimanî binivîse, meriv xizmeta çanda wî zimanî dike.
Ji ber ku dema meriv bi zimanekî dinivîse, meriv hewl dide ku peyvên nûjen û hevokên sazbend tê de bi kar bîne. Higê bi wê xebata meriv, bi wê keda meriv, ew ziman dewlemendtir dibe û berepêş diçe.
Lê mixabin piraniya Kurdên Bakûr, hêjî bi zimanê xwe nanivîsin.
Va ye hikûmeta Tirkiyê Çanda Kurdî serbest hêlaye. Lê dîsa jî piraniya rewşenbîrên Kurd bi Zimanê Tirkî dinivîsin, xasma jî li Facebookê ku pêre pêre meriv xwe digehîne her devera dinyayê. Mixabin xwe bi Zimanê Tirkî didin naskirin.
Gelo meriv dikare çi navî li vê rûdanê bike?
– Meriv dikare bêje ku Kurdên Bakûr, hêjî evîndarê heşifandina Kemalîzmê ya li ser xwe ne?
– Ji nivîsandina bi Zimanê Tirkî zêdetir, tê dîtin ku hin kes herwekî kenê xwe bi Zimanê Kurdî dikin, di nava tirkî de hin peyvên kurdî jî bi kar tînin.
Ka binerin:
– Kesekî ku xwe TIRK dihesibîne, we dîtiye ku li Facebooka xwe bi Zimanê Kurdî nivîsiye?
– We dîtiye ku yekî Tirk di nivîsên xwe de hin peyvên ji Zimanê Kurdî bi kar aniye?
Pirsa din jî ev e:
Her kes dibêje ku “Dewlet Kurdan diheşifîne.”
Gelo ma piraniya wan mamosteyên ku zarûkên Kurdan bi tirkî diheşifînin, ne ew in ku xwe Kurd dihesibînin?
Va ye Dewletê Zimanê Kurdî serbest kiriye, lê Kurd dîsa li tirkî sor bûne, xwe pê kirine zimûrk û dest jê bernadin.
BÊGUMAN:
Eger tu bi tirkî binivîsî, wê navê te li mêjû bibe “Nivîskarê Tirk” bila qet jî tu ji aliyê biyolojîk ve ji dê û bavekî Kurd bî.
Eger tu bi erebî binivîsî, wê navê te di mêjû de bibe “Nivîskarê Ereb” bila qet jî tu ji aliyê biyolojîk ve ji dê û bavekî Kurd bî.
Eger tu bi farisî binivîsî, wê navê te di mêjû de bibe “Nivîskarê Faris” bila qet jî tu ji aliyê biyolojîk ve ji dê û bavekî Kurd bî.
Lê eger tu bi Zimanê Kurdî binivîsî, wê navê te di mêjû de bibe “Nivîskarê Kurd” û wê hêlîna te di nava qulçavkên dilê Kurdan de be û tu dibî nemir, heta bi hetayê wê keç û lawên Kurd spasdarên te bin…
Xwedayê mezin vîna hilbijartinê xistiye mejiyê te û vîna hilbijartina nivîsandinê jî di destên te de ye…
Bi hêviya ku her kurdek wê ya rast û durust ji bo neteweyê xwe bineqîne. Her şad û serkeftî bin…
Stockholm 18/ 05/ 2015
Zeynelabdidin Zinar