Polîtîk

Erdogan:Em li Iraqê dijê dewleta kurdî nasekinin

Serokkomarê Tirkiye Receb Tayib Erdogan tevlî bernameyek televîzyonî bû. Erdogan daxuyaniyên gelek girîng dan.Wek tê zanîn Tirkiye ketiye pêvajoya hilbijartinan, Erdogan jî li bajar bajar digere û dîtinên xwe di derbarê hilbijartinan de dibêje û behsa Tirkiyekî nû dike.Dema Erdogan kanala A Haberê de bersiva pirsên Memet Barlas didan , behsa Kurdistanê jî kir. Li ser pirsekî Erdogan da xuyakirin ku, li Iraqê dewletek kurdî bê ragihandin ew li dijê ragihandina dewleta kurdî nasekinin.Kurdistana Başûr qonaxa dewletbûnê de ye. Di vê qonaxê de helwesta  dewletên cîhanê û taybetî ya dewletên herêmê gelekî girîng e.Taybetî Erdogan behsa vê rewşê bike girîngî mestir dibe.Wek din jî ev cara yekem e, ji Tirkiye berpirsê herî bilind ev gotin tê kirin.

Back to top button