Pişgiriya serokê Kurdistanê ya di destpêkirina pêvajoya serxwebûna Kurdistanê berdewam e. Parti û aliyên siyasî helwesta xwe didin kifşkirin.
Daxuyaniya PAKê:
Bijî Meşa Serxwebûna Kurdistanê
Em di meşa ber bi serxwebûnê de bi ruh û bi dil bi Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî
re ne.
Ev nêzî 10 mehan e bi zext û zora hêzên navneteweyî û dewletên herêmê, bi ser navê ’’yekîtîya
Iraqê’’ hewldaneke pînekirina Iraqê berdewam e. Lê aşkere ye ku vê hewldana pînekirinê negirt.
Rastîyek li ber çavan e ku, êdî ’’ Iraq’’ sê parçe ye û tu parçe naxwaza di bin sî û hukumdarîya
parçeyên din de bijî. Hemû soz û peymanên ku wê ji butçeya merkezî ya para Kurdistanê bihata dayîn
û alîkarîya leşkerî bi cîh nehatîye.
Diviyabû li gorî Madeya 140ê li deverên wek Kerkûk, Xaneqîn û
Şengalê referandûm lidarketiba. Lê mixabin Bexdayê pêwîstîyên vê maddeyê pêk neanî ye. Nuha
piranîya van deveran di bin kontrola Pêşmergeyên Hikûmeta Kurdistanê de nin.
Meşa serxwebûnê ya bihara par dest pê kiribû, bi êrîşên DAÎŞê sekinîbû. Lê nuha careke din û ji ya
par xurttir ev meş didome. Li gorî agahîyên heyî, Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî li
gel heyeta xwe, sefereke dîplomasîya serxwebûnê ya serkeftî li Amerîka, Macarîstan û Komara Çekê li
dar xist.
Piştî vegera Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî, bi desthilatdarên herêma Kurdistanê, nûnerên
partîyên siyasî û etnîsîteyan re civîya û bi awayekî vekirî ji hemûyan ji bo serxwebûnê piştgirî û
yekdengî xwest. Û got ’’heger hûn bi yekdengî li pişt min bin, ez ê îro serxwebûna Kurdistanê îlan
bikim’’.
Êdî dunya vê rastîyê dibîne ku tu şîrêz jî nikare sê parçeyên ’’Iraq’’ê bi hev bizeliqîne. Lê dîtina vê
rastîyê têr nake, divê dunya vê rastîyê vekirî qebûl jî bike û gavên êrênî bavêje. Êdî dunya divê gelê
Kurdistanê mecbûrê yekitîyeke ku tu carî dê pêkneyê û pînekirî neke.
Em wek PAK di meşa ber bi serxwebûnê de bi dil û bi can bi gelê xwe re, bi Serokê Herêma
Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî re , bi Parleman û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê re ne. 20.05.2015
Bijî Serxwebûna Başûrê Kurdistanê
Bijî Azadîya Kurdistanê
Bijî Kurdistan
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK)