Ji bo parastina destkeftiyên Kurdistanê, ji bo berjewendiyên netewî û her weha ji bo serxwebûna Kurdistanê deng bidin PDKê. PDK demana pêşerojek aram ya Kurdistanê ye. Îro tu bedilek siyasî ji bo PDKê tuneye. Bedila PDK cardin PDK bi xwe ye.Dara BilekLi Iraqê û Kurdistana Başûr hilbijartinên parlementoya Iraqê çêdibin. Gelek partiyên Kurdistanî tevlî hilbijartinê dibin û çikas parlementerên kurd herin Bexdayê û pişgiriya destkeftiyên kurda bikin ewkas başe.Rastiyek li Kurditana Başûr heye ku gelek parti û aliyên siyasî pişgiriya destkeftiyên Kurdistanê nakin. Ew partî ji Hewlêr behtir xwe nêzikî Bexdayê dibînin.Dema referandumê ji bilî PDKê hemû partiyên din du dil bûn. Her çikas li himber medyayê û daxûyaniyên xwe de didan xûyakirin ku ew pişgiriya referandumê dikin, lê ne dirusbûn. Di dengdana referandumê de eşkere bû ku piraniya partiyan û hinek partî jî bi kismî dijê referandumê derketin. Wek mînak Silêmaniyê tevlîbûna rêjeya dengdanê ji hemû deverên din kêmtir bû ji % 50 bû. Ev yek jî gelek vekirî dide xûyakirin ku ew kesên dijitiya referanduma serxwebûna Kurdistanê dikiran , îro nikarin li Bexdayê ji bo berjewendiyên Kurdistanê kar bikin.Tevgera xiyanêta 16ê Oktobera 2017ê li Kurdistanê gelek tişt guhertin û bi awayek din siyaseta Başûrê Kurdistanê û vê yekê ve girêdayî helwesta partiyên siyasî ji nû ve hate kifşkirin.Heta vê gavê YNK bi awayek du dil e û ne bi istikrar hereket dike. YNK hinek kesên xiyaneta 16ê kirîn ji nav xwe avêtin. Niha yên wek berpirsek ya YNKê Ala Talabani kandîdatê partiyek Erebên Şîeye.Siyaseta Goran kifşe ji berê pêde Goran nêzikî Bexdayê siyasetê dike û dijê serxwebûna Kurdistanê ye. Herweha tevgera endamê serkirdeyatiya YNKê yê berê Berhem Saleh piştî pişgiriya hinek aliyên Bexdayê hate damezirandin û ew tenê ji bo berjewendiyên Bexda siyasetê dike. Ji xwe ne hewceye mirov behsa Komeleya Îslamî bike. Ew gelek nêzikî tevgera terorist ya DAÎŞê ye.Eger di roja me de hinek kêmasî hebin jî, PDK li Başûrê Kurdistanê yekemin partiye ku bi awayek îstikrar siyasetê dike û ji bo berjewendiyên Kurdistanê xebatê dike. Li himber Bexdayê çewe dema borî de serok Barzani bû deman û sembola destkeftên Kurdistanê, îro jî PDK yekemin hêze ji bo parastina destkeftiyên Kurdistanê kar dike.Li vê derê xalek gelek girîng heye. Taybetî siyasetmedarên kurd divê vê yekê baş şirove bikin û li gora vê xwedî helwest bin.Dema xiyaneta 16ê Oktoberê PDK ma tenê û bi serê xwe parastina xaka Kurdistana azad kir. Ji Pirde heta bigihê Sihêla PDKê bi serê xwe berxwedan kir û karî li himber Artêşa Iraq û milîsên Şîe yê Heşda Şeibî Kurdistanê biparêze.Îro jî PDK çikas bi hêz herê Bexdayê ewkas destkeftiyên Kurdistanê bi xortî têne parastin.Kurdistan deravek teng re derbas bû. Raste dema mirov doza serxwebûnê bike û bixwaze welatek serbixwe de bi azadî bijî û li himber dijminên xwe bi serbilind bisekine, bedelê vê yekê heye. Kesek serxwebûn û azadiyê pêşkêş nake.Piştî referanduma serxwebûnê helwesta welatên cîran û Iraqê hişt ku Kurdistan bikeve pêvajoyek teng de. Lê cardin bi himet û siyaseta PDK û serok Barzani ew rojên teng hêdî hêdî derbas bûn û Kurdistan ber bi xweşîyek û istikrarekî ve diçe.PDK demana pêşerojek aram ya Kurdistanê ye. Îro tu bedilek siyasî ji bo PDKê tuneye. Bedila PDK cardin PDK bi xwe ye.Ji bo parastina destkeftiyên Kurdistanê, ji bo berjewendiyên netewî û her weha ji bo serxwebûna Kurdistanê deng bidin PDKê.9.5.2018