Ji bo çi Enqere û Tehran girîngiyeke taybetî didin Nêçîrvan Barzanî?
Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hem wekî kesayetiyekî kargêrî û îdarî li Herêma Kurdistanê û hem wekî Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê ku bi hêztirîn Partiya vê Herêmê ye, cihekî xwe yê balkêş û giraniyeke xwe yê taybetî li ser asta herêmî û navdewletî da heye. Bi taybetî ji aliyê Îran û Tirkiyê ve ku bi Herêma Kurdistanê ve pêwîstin. Fakterên wê jî vedigerin li ser serketina siyaseta navdewletî û aboriya Herêmê û bandora wê ya li ser aliyên û partî û grûpên siyasiyên Herêma Kurdistanê û Kurdên navçeyê û rojhilata navîn bi giştî.
Serketina dosyeya neft û dirustkirina ruhê aboriya Herêmê
Nêçîrvan Barzanî eve 10 sale li dosyeya neft de kar dike, kariye li rêya peydakirina yedegê nefta Herêma Kurdistanê bi rêya kompanyayên biyaniyan û rakêşana bala wan ya Kurdistanê, li rêzbenda yedegê nefta cîhanî yedegê nefta Herêmê bigihîne pileya 6 û ev yedeg jî ji bilî navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêmê ye ku 45 milyar(bilyon) bermîl neft û (100 heta 200) trilyon sêgoşeyê xaz(m3) dixemlênê. Bi vê jî sermayeya bingehîna aboriya Herêma Kurdistanê xwe li sedan milyar dolaran dide û siyaseta nefta Herêmê piştgiriyeke mezin ji bo aboriyekî bi hêz û bala navdewletî rakêşandiye Herêmê.
Li sala 2003 ve heta niha îmza li gel 45 kompanyayên neftiyên cîhanî da hatiye kirin û ji wan jî 24 kompanyayên Ewrûpî û rojavayîne û her yek ji welatên Amerîka û Rûsya û Fransa û Tirkiye û Brîtanya jî têdaye. Ev welat jî li gel wê yekê ku li siyaseta navdewletî de neyarê hevdûne, lê belê li bazara nefta Kurdistanê hevpîşe û hevkarin. Wate kompanyayên cîhaniyên li Herêma Kurdistanê bi aştiyê de dijîn.
Paşê kanala gihandina nefta Herêmê ya cîhana derve ku xala serekî bû ji bo bi xwemalîkirina nefta Herêmê, bi piştgîrî û rênimayiya cenabê Serok Mesûd Barzanî û li ser destê Nêçîrvan Barzanî ketiye warê bi cîhkirinê. Kanala veguhestina nefta li Herêmê ya kendava Ceyhan ê li Tirkiye li qonaxên dawiyê daye ku dirêjahiya wê 20 inc. e û ji aliyê kompanyaya Genel Enerji ve tê encamdan ku kompanyayekî hevbeşê Tirkî û Brîtaniye û li vê kanalê ve dikarin nefta Herêmê bigihînin bazarên cîhanê.
Ev kanal jî projeya stratejiya Herêmê û bi xwemalîkirina nefta Herêmê bû, ji ber ku Nêçîrvan Barzanî li meha 3 ê ya îsal da piştbestina vê kanalê civînek li gel Angela Mercel Şêwirmendê Almanya encam da, karî bawerî bi Ewrûpa bîne ku Herêma Kurdistanê dikare sutemeniya Ewrûpayê dabîn bike û li vê çarçêweyê da karwana yekema nefta Herêmê firoştine wî welatî.
Ev hengav jî destpêkeke dîrokî û zêrîniya Herêma Kurdistanê ya li rûyê siyasî û aborî û navdewletiyê ve bû, ji ber ku karî nefta Herêmê bixe pêşbirkêya kompanya cîhaniyên neft û pêşbînî tê kirin heta sala 2019 şandina nefta Herêmê li rêya vê kanalê li rojek de li 200 hezar heta 3 milyon bermîlan bilind bibe.
Li heman demî de kariye danustandina bazirganiyê li gel Tirkiye 20 milyar bilind bike û vê siyasetê jî bike bingehek ji bo guherîna siyaseta Enqere beramber Herêma Kurdistanê û pişgîriya wî welatî bi destve bîne li biryar û kêşeyê siyasiyên herêmiyan ku pêwîstin bi kêşeya Kurd û Herêma Kurdistanê, bi taybetî li pirsa Kurd li Tirkiyê de.
Bi vê projeya stratejiya lezgînî li vê dema kêm de encam daye, kariye aboriya Herêma Kurdistanê û siyaseta aboriya Herêmê li jêr ronahiya hekîmî û jêhatî da birêve bibe.
Bi awayeke giştî gelek ji ajansên cîhaniyan jî behsa serketina siyaseta nefta Herêmê dikin, em hemû jî dizanîn neft ruhê aboriya Herêma Kurdistane û eve jî serketina Nêçîrvan Barzanî nîşan dide.
Hebuna Nêçîrvan Barzanî li karekterekî serekiya li biryara siyasiya Herêmê
Piştî dû sal ji aloziyên di navbera Herêm û Bexda û bikaranîna zexta serbazî û tevgera artêşan beramberî hevdû, bi serdankirina Bexda û rêkkeftina 7 xaliya li gel Nurî Malikî Serok Wezîrê Iraqê, karî baweriyê bide Malîkî li 09/06/2013 bê Herêma Kurdistanê û pirekî pêwendiyê li navbera Herêm û Bexdayê de dirust bike, li çarçêweya siyasetên xwe da karî li kombûna Serokayetiya Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistan û Iraqê da, rêkkeftinê li ser pêkanîna lîjneya hevbeşa her dû aliyên çareseriya kêşeya navçeyên Kurdistaniyên derveya îdareya Herêmê û Pêşmerge û peymanên neftiyên Herêma Kurdistanê de bike.
Li heman demî de li rêya zîncîre serdankirinên Îranê, karî bala Îraniyan rabikêşê û dûbare werin ser xeta Herêma Kurdistanê û hevdû nêzîkkirina Herêma Kurdistana Iraq û Komara Îslamiya Îranê, li rêya hevkariyên siyasiyên Tehran, encam ji niha ve carekî din asoya ronaka Kurd li wergirtina posta Serok Komar dirust bûye û çend postekî siyadiyê din ku berî li hatina Malîkî ya Hewlêr û nêzîkbûna Şî’e li Kurd, ji bo wergirtina van postan asoyekî wiha li cem Kurd nemabû.
Ev serketinên Nêçîrvan Barzanî wiha kiriye bala welatên cîhanî bi giştî û bi taybetî welatên pêwîst bi Herêma Kurdistanê berdewam bi eşkere ji bo wergirtina raman û têbînî û biryarên wî yê li dosyeyên girîngên navçeyê da dawet bikin. Her wiha sazkirina Kongreya Neteweyiya li Herêmê û pirsa zîndaniya rêberê Kurdên Bakûr Abdullah Ocalan Enqere wekî kesayetiyekî biryar bi hêza wê herêmê daxwaza pirs û rûnkirin û bala Herêma Kurdistanê lê bike, yan li dema sondxwarina Serokê nû yê Îranê Ruhanî, bi fermî bê dawet kirin.
Şukriye Kurdistanî