Civak

Ji bo aştiyê danîna çekan pêwiste


Serokê Federasyona Eşîrên Qedim Rasîm Aslan jî diyar kir ku ji bo aştiya mayînde ya li welêt ew piştgiriyê didin banga danîna çekan.

Ji 22 parêzgehên bakurê Kurdistanê bi tevahî 430 kes ku 230 ji wan serokên eşîran bûn, di civînekê de li otêlekê hatin cem hev.

Serokê Federasyona Eşîrên Qedîm Rasîm Aslan axavtinek kir û got: Îro erka herî mezin a ku dikeve ser milê me, li hemberî şert û mercên ku li cîhanê û li welatê me bi lez diguherin, ev e ku em bi yekîtî tevbigerin û kevneşopiyên xwe bi kevneşopiyên serdemê re zindî bihêlin.” Em ê destekê bidin ciwanên xwe, em ê di dîrokê de hevgirtina eşîran zêde bikin û di şahî û kederê de bi hev re bûn û yekitiya xwe hîn xurtir bikin.

Aslan destnîşan kir ku welatê me di çil salên borî de êşek mezin hat jiyandin û berdewamiya axavtina xwe de got: “Di civatê de êşên mezin çêbûn. Saziyên îslamî yên li herêmê dijîn bûn armanc. Şerek ku zererek mezin da herkesekî rûda û ciwanên me hatin kuştin. Rundik ji çavê diyên me xilas nebûn. Gelek ziyanên medî çêbûn.

Bê şik çîrokên xweş encax di atmosfereke aştî û biratiyê de dikarin bên nivîsandin. Ev yek encax bi biratiya hemû pêkhateyên etnîkî, li ser esasê edaleta bi mafên wekhev û bi destûra bingehîn ve dikare bê avakirin. Me vê dawiyê dît ku hinek ji serkirdeyên me yên siyasî li welatê me, bi zanîn û ezmûna xwe ya berfireh, berpirsiyarî û destpêşxeriyeke dîrokî girtine ser milê xwe û hewldaneke gelek watedar û bi nirx ji bo avakirina jîngeheke aştî, biratî û aramiyê li welatê me kirine. Bê şik em vê însiyatîfê pir girîng dibînin û girîngiyê didinê. Ji bo welat, erdnîgariya me û hemwelatiyên me di nav aramî û bextewariyê de bijîn, em qîmetê didin her pêngava erênî û bi fêde ku dê were avêtin. Ji ber vê yekê bi banga nû ya ku piştî salên dirêj di ser pêvajoya çareseriyê re derbas bûn re hêviyên me yên windabûyî zindî bûn.

Beşek din di axavtina xwe de Aslan behsa banga ji Ocalan re hatî kirin kir û got: Beriya her tiştî banga ku ji Abdullah Ocalan re hatiye kirin ku PKK çekan berde, bangeke pir bi nirx û minasib e. Her îradeya ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê tê dayîn bi nirx e. Bi awayekî xwezayî muxatabê pirsgirêka Kurd gelê Kurd e. Gelê Kurd miletekî xwedî pêkhateyeke mezin a demografîk û îslamî ye. Di pêvajoya nû de civaka îslamî ya serdema berê wek mînak; Ji bo çareser kirina vê pirsgirêkê divê bi berçavgirtina hewldan û hesasîyetên (Partî, Komele, Dezgehên Sivîl û Serok û Alimên Eşîrên Kevnar) gav bên avêtin. Divê hem Ocalan, hem partiyên siyasî yên Kurd û hem jî pêkhateyên îslamî hevkariyê li vê pêvajoyê bikin. “Divê were zanîn ku Tirkiye yekane welatê ku Tirk û Kurd dikarin di nava ewlehiyê de bijîn û li dijî îstîsmara hêzên emperyalîst weke yek beden li ber xwe bidin.”

Back to top button