
Rojnameya New York Post, îdia kir ku Donald Trump bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re bi telefonê axivî û di navbera herduyan de mijara bidawîkirina şerê li Ukraynayê hatiye gotûbêjkirin.
Hat îdiakirin ku hevdîtina pêşbînîkirî ya Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn pêk hat.
Li gorî nûçeya New York Postê, Trump bi Pûtîn re bi telefonê axivî û dawî li şerê li Ukraynayê anî.
Rojnameya ku hevpeyvîna Serokê DYAyê ya li ser Air Force One ya ku roja Înê kirî, diyar kir ku Trump li ser pirsa “We çend caran bi Pûtîn re hevdîtin kirine” bersiv da û wiha got: “Putin naxwaze mirov bimirin.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wî bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re bi telefonê axivîn. Trump ji New York Postê re axivî û got ku wî û Pûtîn şerê Ukraynayê gotûbêj kirine.
Trump careke din diyar kir ku “her tim pêwendiya wî bi Pûtîn re baş bû” berevajî Serokê berê Joe Biden, Trump got, “Biden ji bo miletê me şermek bû. “Ev bi tevahî şermek e,” wî got. Trump her wiha got ku ji bo bidawîkirina şerê Rûsya û Ukrayna ‘planeke wî ya berbiçav’ heye û got, “Ez hêvî dikim ku ew ê bilez bibe. Mirov her roj dimirin. Şerê li Ukraynayê pir xerab e. “Ez dixwazim vê tiştê lanet bi dawî bînim,” wî got.
Der barê hevdîtinê de heta niha ji Kremlînê ti daxuyanî nehatiye dayîn.