Ji bo 90 salîya Şekroyê Xudo

Şekroyê Xudo
(Ji bo 90 salîyê)

Şexsȋyet hene, ku têne dinȋyayê bi şuret û zanyarȋya xwe, kar û barê xwe ronahiyê didin e rêya mirovan, civakan, miletê xwe, ewledan ra dibin mînek, mamosta û rênîş, dikevin cêrga nemiran. Navê wan ji goveka teng ya malbetî, civakî, rewşenbîrîyê dertê dibe netewî, dîrokî. Ew dibin berdevkê netewa xwe, dewrana xwe. Kesayetîkî wusan bû doktorê dîrokê, pirofêsor, akadêmîkê Akadêmîya Ermenistanê, kurdzanê bi nav û deng, zanîyarê mezin Şekroyê Xudo Mihoyî.

Şekroyê Xuda, di derecên zanîyarȋ yên dijwer ra bilind bû û ji xortekî sade gihîşte bilindaya zanȋyarȋya herî bihurmet akadêmîkȋyê. Ew di mekteba dirokzanȋya Ermenȋya û kurdzanȋya Rûsaye xurt ra derbas bû, berhemên kurdzanȋya cihanê mihand û bû dîroknivîsê gelê xweyî herî hêja û navdar. Hê li xwendina mektebê û pey ra jî li zanîngehê texmîn dikir ku dîroka gelê wî hîmlî ji alȋyê zanȋyar û dîrokzanên gelên cînar û biyanȋya va nivîsî pirr zeyîf hatîye ronîkirin, ji gelek wera va rast nehatîye şirovekirin, her kesî bi kara netewa xwe, weletê xwe, bawarȋya xwe nêzîkî dîroka Kurdan bûne. Kurd gerekê dîroka gel û weletê xwe bi xwe binivîsin ku rastȋya dîroka gelê xwe raxin ber cihanê.

Bi rastî jî, ji rûyê gelek egeran va, Kurd pirsgirêkên netewa xwe va pirr kêm mijûl bûbûn. Welet di alȋyên dagerkiran va timê di nav şûndamayînê, nexwendîtȋyê, nezanȋya fêodalyê, zulm û zorê da dihat xweyîkirin, şer û dew, pirsgirêkên navxweyî lê kêm nedibûn. Heta bawarî û oldarîyê jî nedihîştin Kurd bi çavê rastî pirsgirêkên netewa xwe binhêrin.

Serketina qeydê sovêtê li Rûsîyayê, pareke gelê kurd ra, ku zulm û zorê revȋyabûn û li dervayî welatê xwe dijîtin, rê û mecalên pêşdaçûyînê anin. Derewe, gelên pirrşuret û bêşuret nînin, tenê derfet hebin, rêyên pêşdaçûyînê vekirî bin. Kurdê Sovêta berê, bi tebyetî yên Ermenistanê, ew civaka şûndamaye nîvkoçer, ya ferman qir û bir dîtî, ji welat û axa kal-bavên xwe qetȋyayî, barê pêşdaçûyîna ziman, çand û zanȋyarȋya gelê xwe dan pişta xwe û di dema Kurd û Kurdistanê ya here dijwar, wextê heta nav û nasnema wî gelî jî bi zordarîyê dihat înkarkirin, gelê xweyî pirmîlyon ra bû çira ronayê, xwenaskirnê, hîvya heyîtȋyê û pêşîrojê. Prof. Şekroyê Xudo ji wê civakê rabû û bû şemaleke ronaya wê civakê ye here geş.

Elegez, li ku zanîyar sala 1930 î 12 nîsanê hatibû dinê û xwedina xweye ewlin lê standibû, wê demê gundekî kurdên Ȇzdȋ, yê qedîmî rengîn, merkeza nehîyê bû. Nehî jî hema-hema ya kurdan dihate naskirin. Mekteba gund ya navîn bû û zarokên gundên dorê tev dihatin wir, xwendinê, tîatiroya kurda ya dewletê û gelek îdarên kûltûrî-çandê lê hebûn. Serok û quluxçîyên nehîyê hîmlî kurd bûn. Mala wan jî, mala Xudoyê Miho di Ermenistanê da maleke naskirî bû, cîyê hatin-çûyînê, mêvan û merivên naskirî. Şekro we malbeta qedîm, li nav admosfêra xwendevana da mezin bû. Li bajarê Yêrêvanê jî, zanîngehê da, ku şaxê dîrokê bijartibû, (salên 1948-1952) mamostayê wî dîroknasên Ermenîya yê wê demê ye bi nav û deng bûn. Hema salên xwendinê yên ewlin da saya şuret, zîrekî û di warê dîrokê da têgihîştina pirsgirêkan xwendkarê aqil guhdarȋya dîroknas û mamostayê zanîngehê kişandibû li ser xwe .

Salên xebata mamostatîye (1952-1955 li mekteba Elegezê) û rojnemevanȋyê (1955-1960 rojnema RIYA TEZE da berê wek serokê parê, paşê katibê cabdar) ew gîhandine wê bawarîyê ku karê wî dîrokzanȋ ye û tek di wî warî da ew kare kêrî gelê xwe bê.
Wan sala ew xebatê ra tevayî aspîrantûrayê da jî (di werê dîrokê) dixûne u di sala 1960 î da xwe bi temamî pêşkêşî bi zanȋyarî karê lêkolîna dîroka gelê xwe dike.
Zanȋyarê mezin dinivîse: “Bi merema berdewankirina xebata zanîyarî di warê dîroka Kurda da, sala 1960 î min karê rojnemevanîyê hîşt u çûme zanîngeha Rojhilatzanîyê ya Akademîya Ermenistanê a zanȋyarȋyê koma kurdnasȋyê da ketime xebatê“.

Sala 1963 a têza zaniyarî ya kandîdatȋyê, bi tema „ Tevgera azadîxwezîya Kurd li Îreqê piştî şerê cihanî yê duyemîn“  bi serketin xweyî dike. Sala 1978 a li zanîngeha Rojhilatzanȋyê li bajarê Moskvayê têza doktorȋyê bi têma „ Pirsgirêka avtonomȋya gelê Kurd li Îreqê“ xweyî dike. Salên 1981ê heta 1994 a serokatȋyê beşa kurdzanȋyê li înstîtûta Rojhilatzanȋyê ya Akadêmȋya Ermenistanê dike. Di nava wî wedeyî da gelek lêkolînên giranbiha di warên kurdzanȋyê yê cude-cude, bi serokatî û tevbûna wî parê da hatine kirin, bi deha pirtûkên kurdzanȋyê hatine weşandin.
Rojhilarzan, berendem-miqaledare Akadêmiya KE zanyariyê, rojhilatzanê ermenîyî navdar Nîkolay Hovannîsyan derheqa xebata zanȋyar yê wan sala da wa dinivîse:  “ Emekê wî di warê amadekirina rojhilatzanȋya Ermenîya da mezin bû, berê ewlin sazkirina çiqlekî wêyî wusayî ferz, çawa kurdzanî ye… Şekroyê Mihoyî zanyarekî xweyê zanebûnêd mezin û têgihîştina analîtîk bû, dikaribû di nav fakta da kûrbe û fikira xweye bi birȋyar bêje. Karê wî , monogirafî û gotarên wîye zanȋyarî … di nav kurdzanȋya wedê niha da emekekî giranbiha ne. Saya hereket û berhemên wî ye weşandî dîroka tevgera kurda ye azadarȋyê li Kurdistana Îreqê bi kûrayî hatine lênêhrandin. Ewî bi xemxurî serketinên tevgera Kurdaye azadarȋyê dinhêrî, kîjan ji bo wî timê kanîya şabûnê bûn“.

Kar û xebata zanȋyarê mezin bilind hatine qîmetkirin.  Di warê zanîyaryê da saya zanebûnên ênsêklopêdîk, zanîyar gihîştȋye navên here bilind. Sala 1981 ê navê profêsorîyê sitend. Sala 1990 ew hat bijartin wek endem-miqaledarê Akadêmȋya Ermenistanê ya zanestî. Şeş sal pey ra wî dibijêrin wek akadêmîkê wê akadêmȋyayê.

Pêwîste bê gotin, li walatê Sovêtê navê akadêmîkȋyê, di sîstêma zanȋyarȋyê da dereca here bilind e û didane zanȋyarê here mezin, yên dinêeyan, yên ku rêyên nû li nava zanȋyarîyê (u’lm) da vedikirin…Li temamîya Sovêtistana berê û ji hidûdên wê der cara yekemîn bû ku bi serê prof. Şekroyê Xudo kurdzanek gihîşte wî navê bilind.

Sala 2002 an kurdzanê e’yan hat bijartin wek akadêmîkê Akadêmîya Rûsîyayê ya heqîqetê û bêqezîyabûnê.

Kurdistana Azad jî kar û xebata ewledê xwe bilind qîmet kir. Sala 2006 a ew hêjayî xelata zêr ya ronakbirê kurdî mezin Pîremerd bû.

Sala 2007 an 1 Sibatê, li bajarê Moskivaye, ji kirȋza dil zanîyarê mezin çû ser dilovanȋya xwe.


***
Sala 2010 a, ji bo 80 salîya Kurdzanê mezin, li Komara Ermenistanê biryar hate stendin dibistana navîn ya gundê Elegezê li ser navça Aragasotinê, li kȋderê Zanyar xwedi bû û salên 1952-1955 dersdarî lê kiribû bikin ser navê Akadêmîk Şekroyê Mihoyî (Mihoyan).


Rehma Xwedê zanîyarê Mezin be

Eskerê Boyik

2020.04.12

Nerîna min :