
Pirsa radestkirina Mistefa Selîmî bi Supayê Pasdarên Îranê, dilgiraniyê li cem nîştecihên bajaroka Pênciwên û xelkê deverê de peydakiriye çavdêrekî siyasî jî bi pêwîst dizanê bi zûtirîn dem bikerên serekiyên pişt vê rûdanê bêne diyar kirin û lêkolîn li gel wan da bêkirin. Ev kirdar metirsiyê li ser nav û dengê Kurd li nav û derveyê Kurdistanê kiriye û “eve cara yekem nîne ev kirdar li Pênciwên rû dide”.
Hêriş Hemîd çavdêrê siyasî li Pênciwên ragihandiye desteserkirina Mistefa Selîmî û radestkirina wî ya bi Îranê, li gel kultûr û ehlaq û bihayên ehlaqiyên gelê Kurd naguncê, tevgerên bi vî awayî nemirovaneye û pêwîste aliyên peywendîdar zûtirîn dem bi awayeke kirdarî bêne deng û her kesek bixwaze karê wiha bike divê bêne sizadan.
Li gor gotina vî çavdêrê siyasî, eve cara yekem nîne li nav Pênciwên da tişteke wiha rû didin. Kirdarên bi vî awayî çendîn care dûbare dibin. Her li şehîdkirina Kake Kemalê Xire û hevalên wî ya li meha nîsana 2020, her wiha revandin û terorkirina çend kesekî din ku mîhvan û koçber û penaberên nav bajarê Pênciwên bûn, metirsiyeke li nav Pênciwêniyan dirust kiriye.
Ew dibêje: “Her çende Kurdistan hemû yek parçeye û mala her Kurdekî azadîxwaz û bi şerefe, li her kûderê vê cîhanê da bê, lê belê mixabin evê ku rû didin metirsiyeke mezin li nav welatiyên Kurdistanê bi giştî û bi taybetî jî nîştecihên devera Pênciwên dirust kiriye”. Tevgerên bi vî awayî helwesta Kurd û îdareya Hikûmeta Herêmê li nav de û derve neşîrîn dikin û dixine bin pirsiyaran ve.
Her wiha Îsmaîl Nûrî welatiyekî dinê Pênciwêne û dibêje: Dosyeya Mistefa Selîmî balkişandineke wê rastiyê ye ku Kurd hê jî îdareyekî serbixwe nîne, belku welatekî dinê cîran wekî Îran, muamele bi jiyan û guzeraniya Pênciwêniyan ve dike. Ji bo wê yekê daxwaz dike bi zûtirîn dem aliyên peywendîdar û xelkê Pênciwên, bi xwe li nêzîk ve lêkolîneke hûr û rijd bikin.