PDK-Î hatina Selîmî ya Pênciwên piştrast kir

Deftera Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê di derbarê radestkirina Mistefa Selîmî bi Îranê ji aliyê Asayîşa Pênciwên ve daxuyaniyek belav kir û wê karê şermezar kir.
Îro yekşem 12ê nîsanê Deftera Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê li daxuyaniyek de ragihand, wekî hemû kes agahdarin Mistefa Selîmî ku berê bi tometa çalakiyên dijî Komara Îslamî û Endametiya Partiyeke Kurdî ya dijberê rejîma Îranê ve sizaya îdamê wergirtibû, berî sibehiya roja şemiyê û piştî 17 sal mayina girtîxanê hate sêdare dan.
Her wiha daxiyaniyê de dibêjin: “Mistefa Selîmî yek ji wan kesan buye û piştî xwe gihandiye tixûbên Herêma Kurdistanê, radestî Komara Îslamiya Îranê hatiye kirin”.
PDK-Î radestkirin û sêdaredana zîndaniyê siyasî Mistefa Selîmî şermezar dike û biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo pêkanîna lîjneyeke dûvdaçûnê û derxistina rastiyên vê rûdanê bi biryarekî yasayî dizanê.