Civak

Ji ber şerê PKKê û Tirkiyê 25 gundên Zaxoyê hatine valakirin

Ji ber şerê navbera PKK û Tirkiyê, li Başûrê Kurdistanê 25 gundên sînorê navçeya Zaxoyê hatine valakirin. Bombebaranên berdewam ên Tirkiyê jî bûne sedem ku jiyan li deverê raweste, cotkarên herêmê dest ji zeviyên xwe berdane û nikarin çandiniyê bikin.

Rêveberê Bajarokê Derkarê, Zêrevan Mûsa ji Rûdawê re ragihand: “Şerê Tirkiyê û PKKê zirareke mezin gihandiye devera me û bi taybetî jî zirar li sektora çandiniyê daye.”

Zêrevan Mûsa diyar kir, ji ber şerê Tirkiyê û PKKê sala bihorî “nêzîkî 2 milyar dînar” zirar gihîştiye navçeya wan û xelkê û tekez kir, ji ber sedemên ewlehiyê wan nekariye biçin hin cihan daku ziraran texmîn bikin.

Tirkiye bi hinceta hebûna binke û baregehên PKKê, gelek caran êrîşên esmanî û operasyonên bejayî li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê pêk tîne.

Li bajarokê Derkarê ku dikeve rojhilatê qezaya Zaxoyê, 63 gund hene.

Rêveberê Bajarokê Derkarê, Zêrevan Mûsa dibêje, “ji ber şerê navbera PKKê û Tirkiyê û bombebaranên berdewam ên Tirkiyê, 25 gundên deverê vala bûne û akinciyên wan gundan newêrin biçin ser mal û zeviyên xwe.”

Ji wan 25 gundan, 20 gund yên Kurdan û 5 gund jî yên Krîstiyanan in.

Li gor amareke Rêveberiya bajarokê Derkarê, di sala bihorî de 600 caran sînorê vî bajarokî ji aliyê Tirkiyê ve hatiye bombebarankirin û rêyên 20 gundan jî hatine girtin.

Gundê Şeranş yek ji wan 5 gundên Krîstiyanan e ku li sînorê bajarokê Derkarê ji ber pevçûnên navbera PKKê û artêşa Tirkiyê hatiye valakirin. Li Şeranşê ti kes najî û mal vala ne, xelkê ji tirsa canê xwe dest bi milk, mal û zeviyên xwe berdane.

Minar Hebîb ku mixtarê gundê Şeranş e, ji Rûdawê re dibêje: “Berhemên rez û baxên min hemû hişk bûne û bê mifa bûne û nayê bikaranîn.”

Minar Hebîb tkez dike: “Ew yek bi sedema bombebaranên Tirkiyê û hatina PKKê bo nav milk û malê me ye.”

Welatiyekî xelkê gundê Şeranş, Hanî Tomar jî dibêje: “Tirkiye derdora malên me bombebaran dike û balafirên şer ên Tirkiyê li esmanê gund difirin.”

Hanî Tomar herwiha destnîşan dike: “Xelkê gundê me hemû reviyane. Gund niha vala ye.”

Back to top button