Nêçîrvan Barzanî bi helwesta xwe dibe mertalek ji bo Kurdistanê
Hewldanên serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo yekrêziya di nava Kurdan de li başûrê Kurdistanê dibe demana parastina destkeftiyên Kurda li himber Bexda û bûyerên ku rû didin.
Nêçîrvan Barzanî wek serokê herêmê ji derveyê hemû partiyan li gel cîgir û rawêşkarên xwe wek muesesa serokatiya Kurdistanê di nava hewldanek gelek cidî û hêja de ye.
Li Iraqê xwepêşandan roj bi roj geştir dibin û hukumeta Bexdayê neçar dimîne guh bide daxwaziyên xwepêşenderan. Li Iraqê xwepêşandan bi awayekî ber bi armancên xwe ve diçin û ji bo diyaloge wek aliyekî têne qebûl kirin. Hukumeta Iraqê dest hewldanên çareseriyê kiriye.
Ji aliyek din ve li himber leyiztikên welatên wek Îranê xwepêşandan ji bilî daxwaziyên rojane û civakî behsa azadiya siyasî li Iraqê jî dikin. Hêdî bandora Îranê li welatê xwe naxwazin û heta sedema gelek aloziyan li Iraqê helwesta Îranê û heyîna Îranê li Iraqê dibînin.
Li himber hemû rûdanan û xeterên di pêşerojê de werin pêş, Serokatiya herêma Kurdistanê ji bo parastina xaka Kurdistanê û gelê kurd di nava hewldanek mezin de ye. Agirek li Iraqê pê ketiye. Kurd naxwazin ev agir bigihe Kurdistanê bo vê yekê jî hewldanên Nêçîrvan Barzanî behtir girîng dibin û ev hewldanên pêkanîya yekrêziyekî di nava aliyên Kurdistanê de ji b o parastina Kurdistanê dibe mertalek bi hêz.
Di destpêka bûyeran de serokê herêmê karî naveroka van xwepêşandana bixwîne û li gora vê yekê jî siyasetekî tesbît bike. Gava yekem li gel hemû aliyên Kurdistanî li Hewlêr civînek berfirek kir û behsa rewşa ku destdayî kir . Barzanî daxwaz kir ku yekitî û yekdengiya Kurda li himber Bexdayê û ji bo parastina destkeftiyên Kurdistanî pêwistiyeke.
Herweha serok Barzanî li gel desteya serokatiya herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kir û li gel serokê Iraqê. Serokwezîr û serokê parlementoyê hevdîtin pêkanîn. Di heman serdanê de serokê Kurdistanê li gel partî û aliyên siyasî jî yek bi yek hevdîtin kirin û helwesta Kurdistanê bi wan da zanîn .
Piştî vegera Kurdistanê Barzanî destpêkir civîn û hevdîtina li gel partiyîn siyasîyên Kurdistanê kirin. Wek serokê herêmê gavên gelek hêja avêtin û hemû aliyên siyasî ev helwesta cenabê wî gelek bi erênî nirxandin. Serdana serokê Kurdistanê ya Silêmaniyê bû sedemek mezin ji bo di yekitiyê de encamên hêja destve bîne.
Xalek girîn ewe ku ev hewldan û pêkanîna yekreziyek di nava kurdan de. Heta radeyekî rê li xiyanetê jî digire. Di medyayê de hate ragihandin ku, ji bo rêgirtina xwepêşandanên rojhilatê Kurdistanê Lahor hinek hêz rêkirine rojhilatê Kurdistanê da ku li gel hêzên ewlehiya Îranê li dijê xwepêşanderên rojhilata Kurdistanê bisekinin.
Hêzên welatên derdora Kurdistanê destê xirab di nava Kurdan de jî hene. Yekem tişta bikaribe van destê xirab bê bandor bike yekrêzî û yek dengiya di nav Kurdan de ye. Pêvajo li Iraqê û Îranê gelekî zîz e. Dixweyê ku ev xwepêşandan dibin pirsek herêmî heta pirsek navnetewî.
Vê carê bi helwesta serokê Kurdistanê Kurda karî pêşwext tedbîra bigrin û di vê derbarê de siyaseta xwe zelal bikin û bizanibin dê çi bikin.
28.11.2019
Nûçe/Analîz
N.Firat