Civak

Ji ber qaçaxçiyan Korona li Kurdistanê hezar kesî derbaskir

Li roja 01.03.2020 piştî ku kesek li bajarê Silêmaniyê bi nexweşiya Korona jiyana xwe dest da, hejmara pêketiyên Koronayê ji wê demê û heta beriya heftiyekê bi awayeke serkeftî hatibû kontrolkirin. Mixabin ji ber ku li deriyê sînoriyê Başmaxê ya li navbera Îran û Kurdistanê de, bi awayeke qaçaxî hatin û çûnê dikin û her wiha karmendên tendirûstiyê yên li wê tixûbê hatibûn paşve vegerandin li vê heftiyê de hejmara sê car zêdetir bû.

Li gor hejmara dawî ya pêketiyên Koronayê Kurdistan bi giştî 1015 kes pêketine 16 kes canê xwe ji dest dane û 444 kes jî baş bûne.

Ji ber wê qaçaxçîtiya desthilatdarên YNK li bajarê Silêmaniyê, bajar li Kurdistanê bûye rêzbenda yekem û hejmara pêketiyan li gor bajaran jî bi vî awayî ye:

Silêmanî 589 kes pêketîne 15 kes canê xwe ji dest dane û 163 kes başbûne

Hewlêr 304 kes pêketine 3 kes canê xwe ji dest dane û 233 kes başbûne

Dihok 97 kes pêketine 0 kes canê xwe ji dest dane û 26 kes başbûne

Helepçe 25 kes pêketine 0 kes canê xwe ji dest dane û 22 kes başbûne

Li Iraqê bi giştî jî rewş bi vî awayî ye:
Pêketî 8.840
Başbûyî 4.338
Can ji dest dan 220

Back to top button