Polîtîk

Serokê Kurdistanê: Em pêgiriya Kurdistaneke kesktir û paqijtir dikîn

Serokê Kurdistanê li roja cîhanî ya jîngehê de peyamek de ragihand: “Li roja cîhanî ya jîngehê da pêgiriya xwe ji bo Kurdistaneke kesktir û paqijtir dûpat dikîn”.

Nêçîrvan Barzanî Serokê Kurdistanê li twittek de nivîsiye: ”Li roja cîhanî ya jîngehê de, pêgiriya xwe ji bo Kurdistaneke kesktir û paqijtir, her wiha ji bo gerstêrk û hesareyeke baştir dûpat dikîn.”

Serokê Kurdistanê li twitta xwe balkişandiye li ser parastina xwezayê, beşeke serekiyê gengeşeyan ew sedemin ku ziyanê digihînin jîngehê, li nav wan da jî pîsbûna hewayê ye.

Wekî tê zanîn 5 ê hezîranê ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve wekî roja cîhanî ya jîngehê hatiye nasandin û salane li vê rojê da çendîn çalakiyên jîngehê li seranserê cîhanê de birêvediçin, lê belê îsal ji ber belavbûna pejika Korona çalakiyên jîngehê li vê rojê da kêmtirin beramber bi salên derbasbûyî.

Back to top button