Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî spasiya pizîşkekê Kurd kir

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li peywendiyeke vîdeoyî da ku roja çarşemê encam da, ji bo hevkariyên li rûbirûbûna pejika Korona spasiya pizîşkekê Kurdê Rojavayê Kurdistanê kir.
Ew pizîşkê Kurde Dr Heval Kêlî ye, pizîşkê dile û xelkê Rojavayê Kurdistanê ye ku niha li Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka nîştecihe.
Di dema belavbûna Korona Dr Heval Kêlî li gel komek doktorên dinê Kurd li Komeleya Pizîşkên Kurd li Amerîka (KAMA) bi awayeke online rêkaran bi xelkê Kurd li tevahiya cîhanê di derbarê rêyên xweparêziya ji pejika Korona de daye.
António Guterres spasiya Dr Heval kir û jêre got: “Tu mînakeke zîndiyî bo ku çawa penaber û koçber dikarin bibin beşek ji çareseriyan”.
Her wiha António Guterres ji pizîşkê Kurd re got: “Tu doktoreke gelek serkeftiyî, hevkariyeke baş li tendirustiya wê civakê dikî ku tu têda dijî. Çîroka te ya serkeftinê gelek girînge ku bête behs kirin.