Dosya

Ji ber PKKê 470 gundên Başûrê Kurdistanê vala bûne

PKK xwe li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê vedişêre û li gorî zanyariyên malpera KDP.info, zêdetirî 470 gundên navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji ber PKKê nehatina avedankirin.

Welatî û aliyên hikûmî yên Herêma Kurdistanê sebeba avedan nekirina gundên sînorî yên Herêma Kurdistanê vedgerînin ji bo nebûna aramiyê li wan navçeyan û hebûna cih û navendên PKKê li gundan, ku ji ber PKKê ew gund nayên avedankirin.

Fethî Mihemed, ku xelkê devera Dîdekan e, ji malpera KDP.info re ragihand: “Gundên me berê avedan bûn. Çandinî û bazirganî tê de hebûn. Xelkê debara jiyana xwe dikirin, lê niha ew gund nearam in, ji ber ku bûne cih û navçendên PKKê. Berdewam Îran û Tirkiyê li gundên me didin.”

Xefûr Selîm jî ku xelkê devera Mêrgesor e, ji malpera KDP.info re ragihand: “Gundê me dikeve ser sînorê Bakurê Kurdistanê li devera Mêrgesor. Ev zêdetirî 35 salan e ku em koçber bûne û em niha li Soran bicîh bûne. Em nizanin ku emê kengî vegerin ser gundên xwe. Gelek carane havînan em hewl didin ku biçin gundê xwe lê PKK nahêle em biçin gundê bav û kalê xwe. Eger gundê me avedan bana dê ji me re û ji hikûmetê re jî pir baş ba, lewma jî em daxwaz dikin ku bilez PKK cih û navendên xwe ji dundên me dûr bixe.”

Li gorî gotina aliyên hikûmî li sînorê Çoman, zêdetirî 15 gund ji ber hebûna PKKê vala bûne û xelk nikarin vegerin ser malên xwe. Li Mêrgesor jî sedî 35ê devegera Mêrgesor di bin deselata PKKê de ye. 260 gund li Mêrgesor hene û 80 gund ji wan ji ber bebûna aramiyê vala bûne.”

Li sînorê parêzgeha Duhokê, jibilî navenda Duhokê, 6 bajarokên din jî hene, ji aliyê cografî ve, Duhok xwedî giringiyeke mezin e, ji ber ku hevsînor e ligel Tirkiye û Sûriyê, ji ber wê yekê jî berdewam şer li wê parêzgehê heye, lewma jî 190 gund li sînorê Duhokê wêran bûne û xelkê wan ji mal û erdê xwe derketine. PKK li wan gundan e û nahêlin xelk vegerin ser malên xwe. Tenê li sînorê Amêdiyê 130 gund vala bûne. Herwiha metirsiya PKKê li ser gundên Kanî Masî jî heye.

Li sînorê bajarokê Pişder 75 gund di bin destê PKKê de ne, ew jî di demekê de ye ku %80 ji erdê wan gundan erda çandiniyê ye, lê her demkê tên bombebarankirin û ji ber nebûna aramiyê û hebûna cih û navendên PKKê xelk nikarin vegerin ser gund û erdê xwe û nikarin çandiniyê bikin û pez li wir xwedî bikin.

Qaymeqamê Soran Kirmanc Îzet ji malpera KDP.info re ragihand: “110 gund li sînorê Soran nehatine avedankirin û ji ber PKK ew gund mane vala. PKK bûye pirsgirêkeke mezin ji xelkê re. Ew şerê ku PKK û Tirkiye li ser axa Başûrê Kurdistanê dikin, ji vir bibin meydana xwe. Ji ber ku welatî ji ber şer ziyanan dibînin û hikûmet jî ziyanê dibîne.”

Back to top button