Nivîsar

Başûrê Kurdistanê û başûrê Libnanê

Di dilê her kurdekî/ê da Kurdistana mezin heye , di dilê her kurdekî/a welaparêz da Kurdistan yek parçeye û kurd yek neteweye. Xewina hemû kurdan ewe rojek bê Kurdistana mezin bibe dewletek serbixwe. Lê rewş û realîte tiştek din ji me ra dibêje û rastiyek din datnîne ber çavên me.

Di waqiê heye da Kurdistan çar parçeye û her parçeyekê di hemû waran da taybetmendiya  xwe heye, her parçeyek ji aliyê dijminek ve hatiye dagîr kirin û her dewleteke dagîrker jî taybetmediya xw eye, ereb, tirk û faris.

Xeba û tekoşîn jî divê li her parçeyekê li gor taybetmedibya wê parçeya Kurdistanê be û kurdên her parçeyekê dikarin biryara xwe bidin û çarenivîsa xwe diyar bikin.

Ka çawa pirsa Felestînê li başûrê Libnanê çareser nebû, ka çawa dewleta Felestînê li başûrê Libnanê ava nebû, iha wisa jî pirsa kurd li bakurê Kurdistanê li Şêladizê û li başûrê Kurdistanê çareser nabe. Lê dê pirsgirêka hêşta aloztir û kûrtir bike.

Tevgera Rizgarîxwaza Felestnînê bi salan li başûrê Libnanê xwe mexil kiribû û bi salan ji başûrê Libnanê êrîşî ser Îsraîlê dikir. Li Hezîrana sala 1982ê  leşkerê Îsraîlê başûrê Libnanê dûrpêc kir û daxwaz kir ku Tevgera Rizgarîxwaza Felestînê ji başûrê Libnanê derkeve. Berî şer dest pê bike û leşkerê Îsraîlê bikeve başûrê Libnanê, serok Amerîkayê yê wê demê,  Ronald Reagans, nûnerê xwe yê binavê Fillip Hebîd  şand  û bi navbeynkariya Amerîkayê  Tevgera Rizgarîxwaza Felestînê razî bû ji Başûrê Libnanê dekeve  û heta îlona sala 1982ê nêzîkî 14 hezar çekdar û endamên Tevgera Rizgarîxwaza Felestînê di bin çavdêriya navdewletî da ji başûrê Libnanê derketin û kesê dawiyê derketî Yasir Erefat serokê Tevgera Rizgarîxwaza felestînê bû ku bi gemiyeke Yunanî xwe gihande Tunisê. Tiştek balkêşe çi dewletên erebî yên cîranên Îsraîlê endam û çekdarên Tevgera Rizgarîxwaza Felestînê nehewadin û ew neçar bûn biçin li Tunisê bi cih bibin.

Lê tevî vê jî Ariel Sharon wezîrê bergiriyê yê Îsraîlê got ku hêşta du hezar (terrorist)  çekdarên felestînî li başûrê Libnanê mane û xwe di nav xelkê sivîl da li kampên penaberan (Sabira û Şatîla)  xwe veşartine. Di reşwek nezelal da êrîş li ser her du kampan hat kirin û bi hezaran kes ji zarok, jin û pîro kal hatin kuştin û Îsraîlê jî li ber çavên cîhanê û hemû dewletên erebî êrîşî ser başûrê Libnanê kir û bi salan li wê derê ma.

Encam çi bû? Pirsa Felestîmê li Bşaûrê Libnanê nehat çareser kirin, bi hezaran zarok, jin û pîr û kal yên bê guneh hatin kuştin, başûrê Libanê hat dagîr kirin û jêrxaniya wê hat têkdan ku heta roja îro jî Libnan êş û ezyeta hîngê dikêşe û her roja ji başûrê Libanê guleyek biçe Îsraîlê balfirên Îsraîl bi çirî Libnanê bombebaran dikin.

Mexseda min ji vê yekê eve ku divê ev ji bo me kuran bibe ders, em mifa jê werbigirin û em wê şaşiyê nekin.

Meydana şer û şoreşa PKKê bakurê Kurdistanê ye, ew li başûrê Kurdistanê çi dike? Başûr azade, rizgarkiriye û xwedî desthilatdariya xwe ye. Eger PKK li başûr bimîne timam weke başûrê Libnanê lê dihê, ka çawa Îsraîlê li ber çavê hemû dewletên ereban û hemû cîhanê başûrê Libnanê dagîr kir, iha wesa dê Tirkiye jî bi hêceta hebûna PKKê li ber çavên hemû cîhanê başûrê Kurdistanê dagîr bike xelkê sivîl şehîd û birîdar bike, ew parça kurdistana azad ku heye jî ji dest here û bi vî awayî pirsa kurd jî li bakur çareser nabe.

Berî şerek mezin biqewime û zirar û ziyan bigehe hemû aliyan, divê PKK ji başûrê Kurdistanê derkve û verge meydana xwe ya rasteqînwe.

 

Nasrat Hacî

29.01.2019

[email protected]

Back to top button