Ji bo hilbijartinên herêmî HDP vekirî nikare siyaseteke zelal bide kifşkirin. Li aliyekî li Kurdistanê û aliyek din Tirkiye bi zehmetî stratejiya xwe dide kifşkirin.

Li Kurdistanê kaşo tifaqek ya kurda pêkaniye. Lê di rastiya xwe de tu tifaq li holê tuneye HDP leyiztikek kir û hinek aliyên bi tenê nav kirin nav xwe û navê vê kir tifaq. Bi temamî leyiztikek siyasî ye û hêja nayê zanin ku dê ew “Tifaq“ ber bi kûve herê.

Li Kurdistanê li bajarên wek Dilok û Ruhayê HDP berbijêra destnîşan nake û dê pişgiriya IYI Parti û CHPê bike. Ji xwe li herdu bajaran jî tu cara HDPê şeredarî destnexistine.

Li Tirkiye jî li bajarên wek Stanbul, Enqere, Îzmir, Edene û Mersînê tevlî hilbijartina nabe û pişgiriya CHPê û IYI Partiyê dike. Ev tifaqa weşartîye û nayê eşkere kirin, yek armanca wê heye, dixwazin tenê AKP winda bike.

Li Kurdistanê gelek bajaran hêja nekarine ji bo nakokiyên navxwe berbijêra diyar bikin. Ev yek jî di nava xelkê herêmê de bi awayên cuda tune minaqeşekirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: