Divê hêzên Amerîkayê li Iraq û Kurdistanê bimînin

Li gora nûçeya Rûdawê, serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi vî awayî girîngî û pêdiviya mana hêzên Amerîkayê li Iraq û  Kurdistanê tîne ziman.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dibêje hêj DAIŞ li Iraqê maye ji ber vê yekê pêwîst e ji bo alîkariyê bimînin.

DAIŞ li Iraqê wek rêxistineke yekgirtî û qayîm nemaye, şaneyên wê ji hev qut bûne, lê tevgera wê jî li hinek deveran maye. Ev nexşe cihê şaneyên nivistî û endamên DAIŞê pêşan dide.

Li navçeyên Çiyayê Hemrîn, bakurê rojavayê parêzgeha Diyale û bakurê rojhilatê Selahedîn tevgereke ne normal a DAIŞê heye.

Li navçeyên başûrê rojavayê parêzgeha Kerkûkê, nêzîkê Hewîce, Riyaz, Reşad, Ebasî û çend deverên din jî heye. Tevgera DAIŞê li başûrê parêzgeha Neynewa zêde ye û metirsiya DAIŞê li hinek navçeyên parêzgeha Enbar zêde bûye, bi awayekî xuya li bakurê wê parêzgehê.

Herî zêde li van cihan tevgera DAIŞê heye

-Navçeya Çiyayê Hemrîn

-Bakurê rojavayê parêzgeha Diyale

-Bakurê rojhilatê Selahedîn

-Başûrê rojavayê parêzgeha Kerkûkê

-Hewîce, Riyaz, Reşad û Ebasî

-Başûrê parêzgeha Neynewa

-Parêzgeha Enbar

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) bi fermî hejmara hêzên leşkerî yên welatê xwe li Iraqê wek nêzîkî 5 hezar û 200 rawêjkarên serbazî ragihandiye, herçiqas hinek çavkaniyên medya Amerîkayê behsa zêdeyî 7 hezar rawêjkarên serbazî û leşkeran dikin.

Di navbera Iraq û Amerîkayê de rêkeftina stratejîk a ewlekariyê heye ku sala 2008ê hatine îmzekirin.

Niha hinek aliyên Iraqî hene daxwaz dikin ku hêzên Amerîkayê ji Iraqê derkevin û herwiha rêkeftina ewlekariyê jî were hilweşandin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: