Ji ber Îran û Sûriyê Amazonê sizadan
Kompanya Amazonê li ser binpêkirina biryarên Amerîka li ser çend welatek, bi 134 hezar û 523 dolar hate sizadan.
Wezareta Gencîneya Amerîka kompanyayê li ser ewe sizadaye ku kala bi welatiyên Îran û Sûriye, her wiha Kirima Ukrayna firoştiye.
Qebareya sizaya wê gelek mezin nîne, Wezareta Gencîneya Amerîka jî dibêje binpêkirina Amazon bi wî cûreyî xerap nebûn û kompanya bi xwe wê binpêkirinê pejirandiye.
Kompanya Amazon amadeyî yê nîşandaye li gel Nivîsîngeha kontrolkirina beşê derekiyên Wezareta Gencîneya Amerîka da rûne û bi hûrî li ser wan kalayan bipeyve ku bi çend kesayetiyekê firoştine û xelkê Kuba, Îran, Koriya Bakûr, Sûdan û Sûriyêne. Tevahiya binpêkirina wan jî li navbera 2011 heta 2018 kirine.
Amazon ku li temmûza 1994 damezraye, mezintirîn kompanya taybet bi kirîn û firoştina online li ser asta cîhanê da, xwediyê wê û damezrênerê wê, Jeff Bezos e ku dewlemendtirîn kesê cîhanê tê naskirin û sermaya wî zêdetirê 170 milyar dolare.