Polîtîk

Başbûna rewşa Şingalê berjewendî û bazirganiya PKKê têkdide

 Duhî şandeke Hikûmeta Iraqê ku pêkhatibû ji wezîrê koç û koçberan ê Iraqê û parêzgarê Mûsilê, serdana Şingalê kirin. Qaymeqamê Şingalê Mehema Xelîl jî dibêje, wê şandê nexwest ku ligel îdareya nerewa ya Şingalê bicive.

Mehema Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev şanda yekê bû ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve ku karî li gorî yasa û destûrê Iraqê kar bike. Ji ber ku zanîbûn îdareya ku Heşda Şeibî ew li ser Şingalê daniye, nerewa û neşeriî ye û ji PKK û hêzên wê ve pêk hatiye û xwe li ser Şingalê feriz kirine.”

Xelîl wiha got: “Xelk û hikûmeta Iraqê nas kirine ku îdareya ku bi hilbijartinan bûye îdare li Şingalê ew îdareya rewa ye û PKK û hêzên wê nerewa ne û ew hêzên nerewa kar ji bo wê yekê dikin ku xelkê Şingalê venegerin ser cih û warên xwe û aramî li Şingalê çênebe, ji ber ku başbûna rewşa Şingalê berjewendî û bazirganiya wan hêzan jinav dibe.”

Back to top button