
Serokê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş di girtigehê de bi awayekê daxûyaniyan dide û hewldide li gora xwe bandorê li siyaseta HDPê bike. Lê Demirtaş ji HDPê behtir di nava çepên Tirk de popûler e. Ev yek jî xalek balkêşe.
Herî dawî parêzerên Demirtaş serî li dadgeha Yasayî dan û daxwaza serbestberdana Demîrtaş kirin. Lê dadgehê ew daxwaza parêzeran red kir.
Demîrtaş daxûyaniyek da û behsa hilbijartina kir. Demirtaş dibêje:Dê hilbijartinên bêne di dîroka Tirkiye de hilbijartinên herî giring û başbin. Di vê hilbijartinê de firsenda ku demokrasî ji nû ve û rasteqênî bê avakirin derdikeve holê.
Selahattîn Demîrtaş Twitterek xwe de jî dibêje: Tirkiye ya me hemûyan e. Em hemû bi hevre Tirkiyen e. Ji bo vê yekê divê em bi hevre vî welatî rêvebibin û paşeroja vî welatî bi hevre avabikin. Divê em vê îradeyê nîşan bidin.

Bê guman li ser van gotinên Demîrtaş gelek nirxandin têne kirin. Lê di rastiya xwe yê dizane ji xwe dizane pirsgirêk çiye. Yê nizanê jî dixweyê piştî evqas bûyer hêdî zehmete ku rastiyê têbigihe. Meselek Kurdî heye, dibêje:Yê dizane ji xwe dizane, yê nizane baqê nîskaye..
Di bingehê xwe de tu îtibara gotinên Demirtaş di nava rêveberiya HDPê û Qendîl de tuneye. Mimkine Demîrtaş bi daxûyaniyên xwe bandorê li hinek kesan di nava HDPê de bike, lê biryara dawî ya Qendil e. Wek din hemû figûranin û tu gotina wan pere nake.
Ji berî her tiştekê divê Kurd têbigihin ku HDP tu derdêk wan yê Kurdistanî tuneye. Xwe wek partiyek Tirkiye ragihandine û li gora wê jî siyasetê dikin. HDP siyaseta ku rêve dibe bi îrada Qendilê ye. Ji ber ku rêveberiya HDPê bi xwe ne mercîyetek a biryarê ye. Heta mirov vê yekê tênegihe , dê her zenabûn yan ne zanebûn dê xizmeta siyaseta PKKê bike . Ji xwe malxirabûna mezin a siyasî jî ev e.
Nûçe/Analîz