CivakRojev

Ji 2015 û vir ve 38.528 PKKî hatine kujtin

Wezareta Paraztina Netewî ya Tirkîyê (MSB) bîlançoya operasyonên leşkerî yên ku ji alîyê Hêzên Çekdar ên Tirk (TAŞ) li ser xaka Rojava û Herêma Kurdistanê pêk anîn parve kir û di derbarê geşedanên li Kerkûk û herêmê de nirxandinek kir.

Şêwirmendê Çapemenî û Têkilîyên Giştî yê MSBê Oramîral Zekî Akturk, civînek çapemenîya heftane li dar xist, bîlançoya operasyonên leşkerî yên ku li Rojava û Herêma Kurdistanê ji alîyê Hêzên Çekdar ên Tirk (TAŞ) ve hatin lidarxistin parve kir.

Akturk da zanîn ku di hefteya dawî de 39 endamên PKK û YPGê di operasyonên hem li Rojava hem jî li Herêma Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane. Akturk diyar kir ku ji 1ê Çileyê heta niha hezar û 185, ji 24ê Tîrmeha 2015an û vir ve jî 38 hezar û 528 endamên PKK û YPGê jiyana xwe ji dest dane.

Hêzên Çekdar ên Tirkîyê bi salan e li nav axa Herêma Kurdistanê operasyonên hewayî, bejayî û bombebarankirina li dijî PKKê pêk tînin. Di heman demê de êrîşên bi vî rengî li Rojava li dijî Hêzên Sûrîyeya Demokratîk, ku pişta wan YPGê ye û wek “berdewama PKKê” bi nav dike, pêk tîne.

Akturk di derbarê bûyerên Kerkûkê de ev tişt gotin:  “Kerkûk girîng e, em geşedanên li wir ji nêz ve dişopînin. Di xala me ya dawî de; Ji aliyê Meclîsa Federal a Iraqê ve biryara rawestandina îdamê heye. Wusa dixuye ku piştî vê yekê tişt aram bûne. Wisa dixuye ku aştî pêk hatiye, lê em geşedanên li wir ji nêz ve dişopînin”.

Back to top button