CivakRojev

Fermandarê Meclîsa Leşkerî êrîşa bombeyî de jiyana xwe ji dest da

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ku yek ji pêkhateyên Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD)ye, ragihand ku di encama teqîna bombeya ku di wesayîta wî de hatibû bicihkirin, fermandarekî wan ê bi navê Bozan Berkel jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyanîya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de hate gotin ku Bozan Berkel di encama teqîna bombeya ku di wesayîta wî de hatibû bicîhkirin, li Minbicê jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyanîyê de hat ragihandin ku Bozan Berkel ê ku di sala 1974an de li Kobanê ji dayik bûye, li Buroya Têkilîyên Leşkerî dixebite.

Back to top button