Civak

Jerusalem Online: Îran ji bo dijatîkirina referendûmê bikartîne

Ajanseke nûçeyan ya Îsraîlê eşkere dike ku Komara Îslamiya Îranê ji bona dijatiya referendûma serxwebûna Kurdistanê budceyeke mezin bikartîne û bi rêya serokê Partiya Daweya Îslamî ya Îraqê hindek ji wê budceyê digehe destê berprisê tevgera Nexêr yê ku kamapniyaya Nexêr ji bo serxwebûna Kurdistanê li Silêmaniyê dest pê kiriye.Ajansa Jerusalem Online, roja 11.09.2017ê, di raporeke de behsa rola Îranê ya dijatiya serxwebûna Kurdistanê û ew kesên Îran bi rêya wan dijatiya serxwebûnê dike eşkere dike û diyar dike ku Îranê çend zelamên xwe li Îraqê ji bo dijatiya serxwebûna Kurdistanê bikartîne.Ajansa nûçeyan ya navborî, behis dike ku Nurî Malikî serokê partiya Dawe ya Îslamî li Îraqê budceyeke mezin ji Îranê wergirtiye û bi rêya wê budceyê piştgiriya hindek sazîyên mediyayê û rojnamevanan ji bo dijatîkkirina referendûma serxwebûna Kurdistanê dike.Lo gor raporê, yek ji wan saziyên mediyayê ku Îran û Malkî piştevaniyê lê dikin saziya Nalya û kanala NRT ye ku Şaswar Ebdulwahîd seroaktiya wê sazî û kanalê dike: – Birayê Şaswar Ebdulwahîd şirîkê sereke yê Malikî ye di bazirganiyê de li Bexdayê. Xûşka wî jî, Sirwe Ebdulwahîd ku li ser lîsteya tevgera Goran andama parlamentoya Îraqê ye, têkeliyên bihêz digel Nûrî Malikî hene. Saziya medyayî ya Nalya jî bi awayekî raste rast ji bo Malikî kar dike.Her rojnamevanek piştevaniya referendumê bike û ji bo tevgera Nexêr propagendayê neke, Şaswar wî/wê rojnamevanî/ê ji kanala xwe derdixe.Jerusalem Online dinivîse:- Belgeyek zelal û eşkere ku piştgiriya Îranê ji bo Şaswar Ebdiulwahîd ji bo dijatîkirina serxwebûna Kurdistanê ye. Berî Malikî bihête ser desthilatê, Şaswar businesmanek biçûk bû û weke zarokekî li kebabxaneya bavê xwe kar dikir û dukaneke biçûk ya lîstikan hebû. Sala 2005ê zanîbgeh timam kir û li kompaniyeke avadankkirinê nêzîkî salek kar kir. Paşî wele belênder salekê kar kir, piştî wê bi salekê Nûrî Malikî hat ser desthilatê û bi alîkariya wî kompaniya Nalya damezrand.Weke tê zanîn Şaswar Ebdulwahî, mal û sermayeyê xwe yê ku bi rêya Nûrî Malikî bidestxistî, hemû xistiye di dijatiya serxwebûna Kurdsistanê de, bi taybetî kanala NRT tv.

Back to top button