Têkeliyên Almaniya û Kurdistanê berfirehtir dibin

Konsulê nû yê Almaniyayê got ku ew kêfxweş e li Herêma Kurdistanê dest bi karê xwe yê nû dike û ji bona wê hevkarî û hevahengya heta niha bi konsulxaneya welatê wî re li Hewlêrê hatiye kirin, sipasiya saziyên hikûmeta Kurdistanê kir.Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 12.09.2017ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Kert Stokel Stelford konsulê nû yê Almaniyayê yê Herêma Kurdistanê û şandeya pê re kir û hijmareke pirs û mijarên gerim di rojeva Kurdistan û herêmî de gotûbêj kirin û tekîd li xurtkirina têkeliyên navbera Kurdistan û Almaniyayê kir.Konsulê nû yê Almaniyayê kêfxweşiya xwe diyar kir ku ew li Herêma Kurdistanê dest bi karê xwe yê nû dike û hevkarî û hevahengiya saziyên hikûmeta Kurdstanê bi konsulxaneya Almaniyayê ya li Hewlêrê re dikin bilind nirxand.Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li konsulê nû yê Almaniyayê kir û hêvî xwest ku di karê xwe yê nû de serkeftî be. Serokwezîr sipasiya alîkariyên di warê leşkerî û însanî de Almaniya pêşkeşî Herêma Kurdistanê dike û bi taybetî di warê meşiq û rahînanên leşkerî de, kir.Barzanî ji şandeya mêvan re behsa wan êş, azar û karesatên di çarçoveya Îraqê de bi serê gelê Kurd de hatine kir û got ku referendum aleteke daku xelkê Kurdistanê awayê têkeliyên xwe yên niha û paşerojê digel Bexdayê diyar bike û rêgiriyê li dubarebûna wan karesatan bike. Herêma Kurdistanê dixwaze bi diyalogeke cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê de hemû pirsgirêkên hilawîstî çareser bike û divê divê çarçoveyê de civaka navdewletî bi rola xwe bilîze.

Nerîna min :