Cîhan

Serokê Koreya Başûr nameyekê ji serokwezîrê Kurdistanê re dişîne

Kosulê Koreya Başûr yê Herêma Kurdistanê serdanan serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û nameyeke serokê Koreya Başûr bi serokwezîrê Kurdistanê Gihand.Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 11.09.2017ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Park Yung kosulê Koreya Başûr yê Herêma Kurdistanê kir û di civênekê de konsulê Koreya Başûr nameyeke serokê hilbijartiê welatê xwe bi Nêçîrvan Barzanî gihand ku tê behsa xurtkirin û berbipêşvebirina têkeliyên navbera Hewlêr û Seul dike.Şandeya mêvan behsa çend pirojeyên Komeleya Koyka ya Koreya Başûr ku li Herêma Kurdistanê di warê elektirîkê de encame didin kir û berheviya welatê xwe jî nîşan da ku di warê pêşxistina teknolojiyayê û sektora giştî li Herêma Kurdistanê kir.Li gor şandeya mêvan, meha bê şareza û pisporên Koreya Başûr navendeke meşiq û rahînanê ji bo kadiroyên hikûmeta Kurdistanê vedikin.Serokwezîr sipasiya nameya serokê hilbijartiyê Koreya Başûr û hevkarîkirina Herêma Kurdistanê di waraên cuda de kir û tekîd li ser xurtkirina têkeliyên navbera her du aliyan de kir.Serokwezîr daxwaz ji konsulê Koreyê kir ku sermayedar û kompaniyên welatê xwe teşwîq bike ku li Herêma Kudistanê di warên cuda da û bi taybetî di warê bielektronîkirina sazyên hikûmeta Kurdistanê bide.

Back to top button