Cîhan
Îsraîlê bi balafirên şer êrîşê Suriye kir 36 leşker hatin kuştin
Hesabên medyaya civakî yên nêzîkî hikûmeta Sûriyê ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê firokexaneya navdewletî û kargehên berevaniyê yên li navçeya Sefire kirine armanc. Hat diyarkirin ku pergalên parastina hewayî yên artêşa Sûriyeyê bersiv dane roketên İsraîl.
Derbarê êrîşê de heta niha ti daxuyanî ji aliyê Îsraîl û rejîma Sûriyê ve nehatiye dayîn. Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku herî kêm 36 leşkerên Sûriyê hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.


