Muazzez Baktaş: Emê li her taxa Êlihê kreşên Kurdî vekin

Namzeta jin a serbixwe ya bajarê Êlihê Muazzez Baktaş, diyar kir ku ger ew bê hilbijartin ewê li her taxa bajêr kreşên Kurdî veke.
Muazzez Baktaş wek namzeta serbixwe dikeve hilbijartinê û ji 84 namzetên bajarê Êlihê (Batmanê) yek jê ew e.
Baktaş, diyar kir ku xizmetek têr ji gelê Êlihê re nayê kirin û destnîşan kir ku dema bajar bibe metropol wê bajar gelekî pêş bikeve.
Baktaş, destnîşan kir û got: „Emê ji petrola ku li bajêr tê derxistin parekê bixwazin û heke parek bê dayîn emê wê dahatê ji bo dahata jinan û binesaziya bajêr bi kar bînin“.
Li 9 parêzgehên Bakurê Kurdistanê 13 kes wek namzetên serbixwe ne. Tenê du ji wan jin in.
Li gor qeydên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Orkîde Duzkaya li gel Baktaş jî wek namzeta serbixwe li Amedê dikeve hilbijartinê.


