Israîl li Suriye êrîşê bingehên Milîsên Îranê kir

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan daxûyakirin ku,Israîlê şeva borî bi fûzeya êrîşê Firokexaneya Navdewletî ya Helebê kir.

Li gora daxûyaniya Rewangehê, Îsrail 4 fûze avêtin 3 fûze li depoyên çekan ên milîsên Îranê ketin û ew têkbirin û fûzek jî li balefirxaneyê bi xwe ketiye.

Ji aliyek din ve ajansa nûçeyan a fermî ya Suriye SANA da xûyakirin ku, Israîlî ji aliyê gola Teberiye ve êrîşeke asmanî pêk anî û hin xalên başûrê rojhilatê Şamê kirin armanc.

Amaje bi wê jî kir, sîstema berevaniya asmanî rûbirûyî wê êrîşê bû û hejmarek mûşek xistin xwarê.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: