
Gergerlîoglû di parlementoyê de konferansek rojnemevanî li darxist got ku, îro 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ye û divê mirovahî vê firsenda salê carekê ji dest nede.
Gergerlioglu, bal kişand ser wê yekê ku mirov ji şerên cîhanê û nakokiyên herêmî gelek zirarê dibînin û got :Şer winda dike û aştiyê tîne. Em dizanin ku li Tirkiyeyê ji ber dubendiya olî û etnîkî pirsgirêk û nakokî hene. Li cihê ku pirsgirêk hebin, divê çareserî ji bo wan bê dîtin. 1’ê Îlonê di Roja Aştiyê de em dîsa dibêjin ku divê di zûtirîn dem de pevçûnên ji ber pirsgirêka Kurd derdikevin bi dawî bibin.
Gergerlîoglû diyar kir ku divê rêxistinên şerê çekdarî dikin dev ji çekan berdin û got, “Pêdivî ye ku rêxistina ku şer didomîne PKK, di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê de çekan deyne daku em pirsgirêkê di parlementoyê de çareser bikin. Mirin û xwîn bi kêrî kesî nayê.Em niha di demeke wiha de ne ku divê çareserî bê dîtin.
Omer Faruk gergerlî oglu parlementerê HDPê yê bajarê Koceeliyê ye û ew Tirk e. Di nava HDPê de kêm parlementer bikaribin axavtinek bi vî awayî bikin.Taybetî parlementerên kurd nakin.Lê yên çepên Tirka dikarin her tiştekî bêjin û berpirsên PKKê li himber wan bê dengin. Dixweyê pişta wan qewiye.