Nivîsar

Erka PKKê rêgiriya dewletbûna Kurda ye

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, di daxûyaniyeka xwe ya di malpera PKKê ANFê de hatî belav kirin,wek herdemî di nava xeyalên vale de behsa serketina PKKê û dijminatiya PDKê dike.

PKK di rewşek xirab de ye,roj bi roj mewziyên xwe winda dike û siyaseta eve çendê salana li ser derewan avakirî hêdî hêdî eşkere dibe. Veca xelkek di nava refên PKKê de rewşa heyî dibîne û bi awayekî dengê xwe bilind dike.Ew kesên dengên xwe bilind dikin ,yan ji aliyê PKKê ve têne kuştin yan jî bi rêya dezgehên dewleta Tirk PKK wan dide kuştin û li ser xwîna ku bi destê xwe dirêjînin siyasetê dikin.

PKK divê sedemekî ji têkçûna xwe re bibîne.Sedem kifşe siyaseta netewî Kurdistaniye, PDK û Barzanin e.

Sozdar Avesta  di daxûyaniya Xwe de dibêje: ” Bêguman eger ne ji rola PDK’ê bûya, mêtingeriya Tirk nekarîbû di vê astê de seferên dagirkeriyê li Kurdistanê bike. Lingê xwecihî yê van êrîşan PDK ye. PDK’ê îsal bi rengekî eşkere raxist pêş çavan ku xiyanetê dike. Malbata Barzanî nîşan da ku ew hevkarekî Tirkan e. Pozîsyona PDK’ê ev e û ev yek jî tercîheke bi zanebûn e. Ti derdê PDK’ê nîne ku Kurdekî azad bê afirandin, Kurdistan bê parastin, destketiyên Kurdan bêne parastin, yekîtiya neteweyî bê pêkanîn. Li hemberî van hemûyan, li kêleka mêtingeriya Tirk cih girtiye. Bi vê pozîsyona xwe dijminatî li Kurdan kiriye.”

Niha rojane medya PKKê ji devê berpirsên PKKê van daxûyaniyên bê wate û pûç belav dike. 

PKKê siyaseta xwe li ser van derewan avakiriye û heta bikaribe berdewam dike. PKK lingê dewleta Tirk a başûrê Kurdistanêye. Baş têzanîn ku, PKKê di çerçoveya planekî ya dewleta Tirk de piraniya çekdarên xwe ji bakurê Kurdistanê derêxistin û ew rêkirin başûrê Kurdistanê. Niha hinek deverên başûrê Kurdistanê di bin desthilatiya çekdarên PKKê de ye. PKK van deveran wek deverên azad kirî wek”Qada Medya” dide nasandin . Li vê derê pirsek derdikeve holê. 

Madem hun li dijê dewleta Tirk şer dikin ev e 40 sale we gundek, gavek, erdek li bakurê Kurdistanê azad kiriye? Li başûrê Kurdistanê hun milîsên Şîeyane û li Şingalê çekdarên PKKê miaşxwarên Heşda Şeibîne. Erka we li başûr rêgirtina rêya dewletbûna Kurda ye. Dê ew roj werê ku hêdî pêwistiya dijminên dagirker jî li we namine û hunê gunehên gelên Kurdistanê de bifetisin.

Ev dinya hemû behsa Yekiya netewî bike gerek PKK neke. We li dijê Parlementoya Kurdistanê,li Ewropa parlementoyek destçêkirî avakir,we li dijê Yekitiya Netewî li Ewropa KNK avakir. Her tişta ku feydeyê bide Kurda we rê lê girt û beravêtî kir. Hêdî gotinên we pere nake. 

Hun ji bo Kurd û Kurdistanê bi vê îdeolijiya kevneperes nikarin tiştekî baş bikin ji ber ku erka we têkbirina her tişta baş û feydeya Kurdan lê heye.

Xaleka herî girîng ewe ku, kurdên niştimanperwer PKKê baş nasdikin,lê mixabin gelek kêm kes vekirî behsa xirabî siyaseta qirêj a PKKê dike. Gelek kes bê deng dimînin. Ev bêdengî bi xwe jî behtir dibe sedem ku PKK dijitiya destkeftiyên Kurdistanî dike. Heman tişt ji bo partiyên siyasî jî derbas dibe.

1.9.2022

Nêrîn / Şirove

Back to top button