CîhanRojev

Serokê Fraksiyona PDK: Ji bo civîna parlamentoyê ti roj nehatiye diyarkirin

Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê ragihand, ti rojek ji bo civîna parlamentoya Iraqê nehatiye diyarkirin û her rojek were destnîşankirin dê bi hemahengiya di navbera hemû fraksiyonan de be.

Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Dr. Viyan Sebrî ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re ragihand: “Her civîneke parlamentoya Iraqê pêwîstî bi hemahengiya di navbera fraksiyonan de heye, ji bo ku parlamento bicive û dest bi civînên xwe bike, lê heta niha gotûbêj li ser nehatiye kirin û rojek jî nehatiye diyarkirin.

Gotûbêj hene ku piştî arambûna rewşê dê heftiya bê parlamento bicive, lê serokê Fraksiyona PDKê red kir ku ti rojek ji bo civînê hatiye diyarkirin.

Back to top button