Îsraîl serkirdeyek din ê Hizbullahê kuşt
Îsraîl ragihand ku li paytext Beyrûtê kesekî din ê girîng û nêzikî Îranê kuştiyr.
“KESÊ NÊZÎ REJÎMA ÎRANÊ”
Îsraîl di daxûyaniyek nivîskî de da xûyakirin ku, wan serkirdeyek girîng yê Hizbullahê bi navê Kasir kuştiye û Kasir yek ji serkirdeyên herî diyar ên Hizbullahê bû.
Di daxuyaniya artêşê de hat diyarkirin ku Kasir bi sedan operasyonên veguhestina malzemeyên şer ên stratejîk ji Hizbullahê re li Lubnanê pêkdianî. Hîzbullah heta niha derbarê mijarê de daxuyanî nedaye.
DI 15 ROJÊN DAWÎ DE ÇI BÛ?
17-18 Îlonê: Pegal û radyoyên endamên Hizbullahê bi du pêlan hatin teqandin û di encamê de herî kêm 37 kes hatin kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûn.
20ê Îlonê: Îsraîlê êrîşî taxa Dahiye ya ku wek keleha Hizbullahê li başûrê Beyrûtê tê naskirin, kir û 55 kes kuştin.
23ê Îlonê: Îsraîl bombardimaneke mezin li ser Lubnanê dest pê kir û herî kêm 1300 hedef li başûr, rojhilat û paytexta wî welatî xist. Di rojekê de zêdetirî 550 kes hatin kuştin.
25-26 Îlon: Dema ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê berdewam bûn, rêberên cîhanê di civîna bilind a Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê de banga kêmkirina aloziyan kirin. (DYA, Îngilîstan û rêveberiya YE’yê jî di nav de 12 welat û rêxistin banga agirbestê kirin. Îsraîl ev bang red kir.
27 Îlon: Çend saet piştî ku Netanyahu di axaftina xwe ya li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de got “Hizbullah têk bibin”, navenda rêxistinê ya li Beyrûtê hat xistin. Serokê Hizbullahê Hesen Nasrallah hat kuştin.
30 Îlon: Hat ragihandin ku wesayîtên leşkerî yên Îsraîlê di çarçoveya êrîşên bejayî de ber bi sînorê Lubnanê ve diçin.
1 Cotmeh: Îranê bi sedan mûşek avêtin Îsraîlê. Hat ragihandin ku Muhafizên Şoreşê yên Îranê baregeh û navendên leşkerî yên ku tê de lîderê Hamasê Îsmaîl Henîyye, lîderê Hîzbullahê Hesen Nasrallah û generalê Îranî Abbas Nilfuraşan di derbarê êrîşên fuzeyî yên li dijî Îsraîlê de hatibûn plankirin kirin hedef.