Polîtîk

Rapirsîn: Valahiya Muxalefetê heye


Li gorî rapirsêna herî dawî ya Dezgehê Lekolînê Metropollê, rêjeya kesên ku difikirin li Tirkiyeyê valehiya mûxalefetê heye ji sedî 72, rêjeya kesên ku ne li gel vê rênînêne jî ji sedî 23,1 e.

Kesên ku di rapirsênê de bersiv dane herî zêde di nav hilbijêrên partiyên herî mezin ên muxalefetê de CHP, DEM Partî û İYİ Partiyê bûn.

Ji sedî 81,4ê endamên DEMê û ji sedî 75ê endamên CHPê bersiva ‘erê’ dan. Ji sedî 75ê endamên İyi Partiyê gotin ku ew difikirin ku valahiyek muxalefetê heye.

Rêjeya kesên ku dibêjin valehiya mûxalefetê tune ye ji sedî 23,1 hat tesbîtkirin. Li gorî vê yekê ji sedî 25’ê endamên CHP’ê difikirin ku ferqa muxalefetê tune ye. Ev rêje ji bo AKP’ê ji sedî 26,2, ji bo MHP’ê ji sedî 26, ji bo İYİ’yê ji sedî 23,9, ji bo DEM’ê jî ji sedî 14 hatiye hesabkirin.

Back to top button