CîhanRojev

Îsrail îsal du êrîşên mezin birine ser Îranê!

Di medya Ameriki de tê idia kirin ku Îsrail sala 2021ê de du êrîşên girîng birine ser Îranê.Herweha tê gotin ku Îsrail di derbarê van êrîşan de agahdarî dane Amerikayê. Li gora medya Amerikî îsrail meha Îlona 2021ê de li eyaleta Elburzê Kerecê erîşê fabriqeyeka ku ji bo bi hêzkirina uranyumê dixebite kiriye û herweha di meha Hezîrana 2021ê de jî êrîşê bingehek mezin a mûşekan ya hêza Qudsê kiriye.

Tê îdia kirin ku hukumeta niha ya Naftali Bennett ji ya Netenyahu şefaftir e. Herweha dibêjin ku, eger Amerika li gel Îranê ji bo çekirina çekên atomî li hevhatinekî jî bike, divê Amerika hewlbide êrîşên Îsrail bisekinîne. Di vê derbarê de Îran demanekî ji Amerikayê dixwaze.

Pisporên Amerikî dibêjin ku, êrîşên Îsrail nikare bernameya Îranê ya çêkirina çekên atomî bisekinîne, lê dikarê dereng bêxwe.

Back to top button