PolîtîkRojev

Eger Bexda piştevaniya PKKê neke ew nikarin li Şingalê bimînin

Berpirsekî PDKê li devera Şingal dibêje, awareyên nahiya Gir Uzêr û devera Şingalê ji tirsa çekdarên PKKê nawêrin vegerin ser cih û warê xwe.

Berpirsê PDKê li nahiya Gir Uzêr ya Şingalê, Qasim Îsmaîl ji BasNewsê re got, nahiya Gir Uzêr ya Şingalê ku ji 22 gund û komelgehan pêk hatiye, beriya cînosayda havîna 2014, nêzîkî 15 hezar kes tê de dijîyan lê ji ber êrişên DAIŞê hemû aware bûn û niha li kampên Duhokê de dimînin.

Qasim Îsmaîl her wiha got, rast e DAIŞ li wan deveran nemaye lê awareyên wan gund û deveran nikarin û nawêrin vegerin ser cih û warê xwe, ji ber ku ji tirsa çekdarên PKK û Heşda Şeibî nawêrin vegerin.

Wî berpirsê PDKê anî ziman jî, xelkê devera Gir Uzêr di hilbijartinên îsal yên Iraqê de deng nedan kandîdên PKK û Heşda Şeibî û ji wan re gotin, êdî bes e ji deverên me derkevin.

Bi gotina wî berpirsî, %95 devera Gir Uzêr wêran bûye û ti xizmetguzariyek jî nîne. PKK û Heşda Şeibî jî nahêlin sazî û dezgehên xêrxwazî alîkariya xelkê bikin.

Berpirsê PDKê li devera Gir Uzêr hikûmeta Iraqê bi wê yekê tohmetbar kir ku mûçe dide çekdarên PKKê û naxwaze ew ji Şingalê derkevin û got, eger Bexda piştevaniya wan neke ew nikarin li Şingalê bimînin.

Qasim Îsmaîl destnîşan kir ku eger aware vegerin Şingalê PKK dê mîna DAIŞê zarokan wan birevîne. Ji xwe gelek zarok hatine revandin û em nizanin çi hatiye serê wan.

Back to top button