Serok Barzanî bi minasebeta 69mîn salvegera damezrandina Yekîtiya jinên Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku, ev jî naveroka peyamê ye:
Bi navê xwedê mezin
Birêzan Sekreter û endamên Sekretariya Yekîtiya jinên Kurdistanê
Bi minasebeta 69mîn salvegera damezrandina Yekîtiya we gerimtirîn silav û pîrozbayiyên xwe pêşkêşî we, tevahiya endamên yekîtiya we ya têkoşer û tevahiya jinên Kurdistanê dikim.
Yekîtiya we xwedan rol û ezmûneke serkeftiye di jiyana siyasî û civakî ya Kurdistanê de, û yek ji destkeftiyên girîng yên şoreşê ye ku rola xwe ya bo bidest xistin û parastina mafên jinan bi başî lîstiye.
Yekîtiya we yekîtiyeke têkoşere di nava şoreşa gelê Kurdistanê de, ku ji bilî piştîvanî kirina şoreş û pêşmerge hevdem bo pêgehandina jinan û hişiyar kirina wan ya bo berevanî kirin ji mafên wan roleke gelek girîng lîstiye.
Di qonaxa niha da lazime Yekîtiya we di çarçoveya çanda bihevre jiyana aştiyane, medeniyet, yeksanxwazî û nehêştina tundiya dijî jinan û karûbarên civakî de hewl bo bihêztir kirina hizira nîştimanperwerî û demokrasiyê di nava refên xwe de bide.
Hêviya serkeftinê ji we re dixwazim
Mesûr Barzanî
11/12/2021