CîhanRojev

Israîl bingehên Îranî li Suriye têkdibe

 Israîl bi  êrîşên asmanî, ji % 75 cebilxaneyên milîsên îranî yên li Sûriyê têkbiriye.

Malpera Walla ya Îsraîlê ji devê berpirsên hukumeta Îsrailî li  Tel Evîvê ragihandiye ku Îsraîlê rêjeya ji sedî 75  cebilxaneya Îranê ya li Sûriyê rûxandiye û daye zanîn, pergala parastinê li hemberî hêzên Îranê yên li Sûriyê û rejîma Sûriyê heta asteke mezin jî hatiye xurt kirin.

Berpirsên Îsraîlê dane xuyakirin, cebilxaneya wêranbûyî  ji milîsên alîgirên Îranê û komên Îranê yên li Sûriyê û Hizbullaha Lubnanê re dihatin şandin ku ew cebilxane ji Îranê ve bi awayekî qaçaxî bi rêyên bejahî, asmanî û deryayî bo Sûriyê hatine şandin.

Hêjayî gotinê ye, herî dawî roja Sêşema borî Îsraîlê barekî çekên Îranê li bendera Lazîqiye li nêzî baregeha Himêmîm bombebaran kir ku ji pergaleke asmanî ya pêşketî pêk dihat. 

Ji destpêka krîza Sûriyê ve Îsraîlê bi sedan êrîşên asmanî li Sûriyê li dijî baregehên artêşa Sûriyê bi taybet ên Îran û Hizbullahê pêk anîne.

Back to top button