PolîtîkRojev

ENKS: Divê binpêkirina mafê mirovan li rojavayê Kurdistanê bê sekinandin

Bi minasebeta Roja mafê Mirovan li Cihanê ENKSê daxûyaniyek ragihand û behsa binpêkirina mafê mirovan ji aliyê PYDê û gurubên çekdarên ser bi Tirkiye ve kir. ENKS di daxûyaniya xwe de dibêje: “Gelê Kurd ku di dîroka xwe de li ser destê rejîmên dewletên Kurdistan perçe kirine rastî çewsandinên netewî yên hovane hatine û ji mafên xwe yên netewî û mirovî yên herî bingehîn bêpar mane û li dijî wî şerên qirkirinê hatin meşandin. Li Sûriyê jî, gelê Sûriyê bi giştî rastî zor û zulmê ji aliyê rejîmên li pey hev hatine. Di salên şoreşa Sûriyê de jî, hemû pêkhateyên netewî û cvakî li ser destê rêjîm û hêzên terorê rastî zulm û zordariyên zêde hatin û para gelê Kurd ji van zulm û zordariyê ya herî zêde bû.”

Di berdewamiya daxûyaniyê de ENKS dibêje: “Xelkê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî jî rastî binpêkirinên hovane li ser destê grûpên çekdaran tên, wek kuştin, revandin, koçberkirin, destdanîna ser mal û milkên welatiyan û proseya guhartina demografî.”

Herwiha ENKSê bang li civaka navdewletî, Netewên Yekgirtî, rêxistinên mafên mirovan ên pêwendîdar û Tirkiyê dike, van binpêkirinên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî rawestînin û çekdaran ji van bajaran derxin, herwiha alîkariya welatiyan bikin da ku vegerin mal û milkên xwe û îdareya van bajaran radestê xelkê wan bike.

Herwiha ENKSê di daxuyaniya xwe de amaje bi kiryarên PYDê yên wekî revandin û biçekirina zarokan û girtina welatiyan û çalakvanên siyasî kir û daxwaz ji vê partiyê kir, girtî û zarokan serbest berde.

ENKS bang li Netewên Yekbûyî, rêxistinên mafên mirovan û welatên pêwendîdar dike ku kar bikin ji bo azadkirina bi hezaran girtiyên Sûrî di zîndan û girtîgehên rejîmê de bike.

Back to top button