Polîtîk
Îsraîl 91 termên Filistînî dan

Îsraîl 91 termên Filistînî teslîma wan kir. Dewleta Îsraîlê, navê qurbaniyan veşartî hîştibû, numare dabû terman û binax kiribû. Termên qurbaniyên Filistînî, vê sibê li herêma Axwarê redestî Filistînîyan hate kirin. Ji terman 11 şandine Gazzeyê, 80 jî şandine Ramallahê, avahiya rêvebiriya Filistînê. Ji bo terman, bi beşdariya Serokdewletê Filistînê Mehmud Abbas merasîmek hat lidarxistin.
Koordînatorê Komisyona Rizgarkirina Termên Şehîd yên Netewî Salim Halîd, diyar kiriye ku, xeynî 17 terman, yên din nasnama wan hatiye diyarkirin. 17 termên nasnama wan nehatine diyar kirin jî, tê texmîn kirin ku wana bi întiharî jiyana xwe wenda kirine.
Tê payîn ku Îsraîl, meha pêş me 70 termên din radesta Filistîniyan bike.