Li Bexdayê 7 teqînî û 35 mirin

Li paytexta Iraqê Bexdayê, vê sibê li 7 cihên cûda teqînî qewimî û di encama teqînîyan de 35 kesan jiyana xwe wenda kirine, 47 kes jî birîndar bûne.
Wezareta Tenduristiyê a Iraqê diyar kiriye ku, teqîniya ewil, li taxa Şulayê ku bi geleperî Şiî li vir dijîn, wesaîteke tije bombe hatiye teqandin. Gorî daxuyaniya karbidestan, 33 cesed hatine nexweşxana El Hakim û 35 kes jî birîndar bûne û li heman nexweşxanê hatine dermankirin.
Hedefa wesaîta bombe a duyemîn, şêwirmendê serokwezaretê Celadettin Muhammed bûye. Wesaîta tije bombe, nezika mala Celadettîn Mumammed te teqandin û di encama vê teqînîyê de ti kes namire û tenê xesar çêdibe.
Teqînîya sêyemîn dîsa li taxa Şiîyan pêk tê û di encamê de 4 kes jiyana xwe wenda dikin. Di êrîşên din de, wesaîteke polîsan, saloneke bîlardoyê û malek tê hedef girtin. Di êrîşa hemberî malê de jî du kes can didin.