Polîtîk

Îraqê maf nîne tedexulê di rewşa Kurdistanê de bikin.

Endamekê parlamentoya Îraqê di daxuyaniyekê de got ku li gor destûra Îraqê, ne hikûmet û ne parlamentoya Îraqê maf heye tedexulê di karûbarên navxweyî yên herêma Kurdistanê de bikin.

Burhan Ferec parlamenterê Îraqê ser bi lîsteya Kurdistanî di daxuyaniyekê de ji  Walpress re got:

– Herêma Kurdistanê jî li gor destûra bingehîn a Îraqê desthilatdariya xwe heye. Ji berhindê hikûmet û parlamnetoya Îraqê maf nîne destêwerdanê di rewûa navxweyî ya herêma Kurdistanê de bikin. Di yeke halet de hikûmeta Îraqê dikare tedexulê bike ew jî eger xeter li ser sînoran hebe û hikûmeta herêma Kurdistanê nikaribe wê xeterê dûr bike, hîngê parlamentoya Kurdistanê daxazê ji parlametoya Îraq bike ku hêzên leşkerî binêrin bo ser sînoran. Eger kirîzek li herêma Kurdistanê  hebe, hîngê bi tenê parêamentoya Îraqê maf heye daxaza ronkirinê ji parlamentoya Kurdistanê bike, lê bi tu awayî mafê tedexulê nîne.

Weke tê zanîn duhî kutleya tevgera Goranê li meclisa wîlayeta Silêmaniyê nameyek ji hikûmet û parlamentoya Îraqê re şandiye û daxaz ji ereban kiriye ku tedexulê di rewûa aloza herêma Kurdistanê de bikin.

Parlameterê lîsteya Kurdistanî li hemebr vê daxaz tevgera Goranê dibêje:

– Çima em daxaz ji biyaniyan bikin bên pirsgirêkên me çareser bikin? Çima em bixwe bi rêya diyalogê di nav xwe da rewşa xwe çareser nakin? Tecrûbeya me ya di warê karê siyasî û demokrasiyê de ji ya Îraqê zengîntir e, siyasetamedarên me bi tecrûbetir in, vêça çima em hewara xwe bibin ba ereban ku gelek ji wan di bîrûbaeriyên xwe de dijî federaliya herêma Kurdistanê ne.

Back to top button