Serokatiya Kurdistanê: Biryara YSK xizmeta Tirkiyeyê nake
Serokatiya herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de dibêje ku ew li hember biryara Komîteya Bilinda Hilbijartinên Tirkiyeyê (YSK) ya vetokirina 12 kandîdatên serbixwe ku, kesatiyên navdar di nav de hene, dilgirane.
Serokatiya herêma Kurdistanê daxazê ji Tikiyeyê dike ku wê pirsê di çarçoveyê qanûnbê de çareser bike ji ber ku ”Ew biryar xizmeta siyaseta nuha Tirkiye dimeşîne nake.”
Ev li jêr teksta daxuyaniya serokatiya herêma Kurdistanê:
Li gor wan zanyariyên ku gihiştine destên me, Komîteya Bilinda Hilbijartinên Tirkiye navê 12 berbijêrên serbixwe ji bo hilbijartina giştiya 12ê hezîranê redkiriye ku di nav wan da navên çendîn kesayetiyên navdar jî heye.
Em di çarçoveya dostîniya xwe ya digel gelê Tirkiyeyê de me kêfxweşiya xwe ya li beramber wê vekirina siyasiya ku li wî welatî da tê peyrew kirin nîşan daye. Lê bi baweiya ev biryar dê bandorê li ser rewşa siyasiya Tirkiye bi giştî û pêvajoya aştiyê bike. Ji ber vê yekê bi dîtina me gelek başe di çarçoveya yasayê da ev pirs bête çareserkirin. Ji ber ku neîareserkirin wê pirsê bi tu awayî xizmeta wê siyaseta niha ya Tirkiyeyê nake.
Berdevkek bi navê
Serokayetiya herêma Kurdistanê
21.04.2011