Polîtîk

Nivîskarên tirk derbarê vetoya namzetên serbixwe de çi gotin

Roja 18ê nîsanê namzetbûna 12 parlementerên serbixwe û di nav wan de jî 7 namzetên ku Bloka Ked, Azadî û Demokrasî piştgiriya wan dike, ji aliyê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ve hat vetokirin. Di nava namzetên hatîn vetokirin de navê namzetên wekî; Leyla Zana (Amed), Xetîp Dîcle (Amed), Gultan Kişanak (Sêrt), Sebahat Tuncel (Stenbol), Ertugrul Kurkçu (Mêrsîn), Îsa Gurbuz (Elezîz) û Salih Yildiz (Colemêrg) hene. 
Piştî ku ev biryar ji aliyê YSKê ve hat dayîn, di serî de li gelek bajarên bakurê Kurdistanê yên wekî Amed, Şirnex, Colemêrg û bajarên Tirkiyê yên wekî Stenbolê, Mêrsîn û wekî din meş û çalakiyên nerazîbûnê dest pê kirin. Biryara YSKê di çapemeniya Kurd, Tirkiye û cîhanê de deng veda.
Li aliyê din jî îro nivîskarên Tirk bi rêya gotarên xwe yên di rojnameyan de bal kişandin ser vetokirina 12 namzetên serbixwe. Kîjan nivîskarî çi got.

Mehmet Ali Birand (Milliyet): “Divê Tirkiye arîkariya BDPê bike”

Di warê yasayî de çend mafdar bin, YSKê biryarek siyasî da û Tirkiye xistin di rewşek xeter de…YSKê bi vê nêzîkatiya xwe, ji qestan be yan jî ne ji qestan benzîn bi ser kolanên başûrê rojava (bakurê Kurdistan) de kir. Birand dibêje, divê îxtidar û parlemnto xwedî li BDPê derkevin. Eger Tirkiye, îxtidar, opozîsyon, çapemenî, leşkerî û hwd.. bi hev re nexwazin ku pirsgirêka Kurd geş bibe, sedî sed pêwîste ji vê rewşê re çareseriyekê bibînin… Divê BDP hilbijartinê boykot neke û ji kerban tevlî hilbijartinê bibe. Pêwîste neyê ji bîr kirin heya ku li parlementoyê bin, dikarin doza xwe dibin sêwana demokrasiyê de biparêzin.

Can Atakli (Vatan): “Ti ferqa me ji Lîbya, Misir û Sûrî nema”

Atakli di gotara xwe de bal dikişîne ser vetokirina namzetên BDPê û dibêje: “YSKê berê herkesê da aliyek dijber. Ti kesê ne dihizirî ku wê namzetbûna hinek namzetên serbixwe yên BDPê bê betalkirin. YSKê ev yek kir, qiyamet rabû û bûyer derketin.
YSK dûh ket rewşek wisan ku paşde gav bavêje, eger belgeyên tên xwestin, wê namzetbûna yên hatîn betalkirina bê dayîn. Nexwe YSK dibe ku bipejirîne “Çêdibe ku biryarek şaş a yasayî dabe.”  Em rexne bikin yan jî na, YSKê bi nêzîkatiyên xwe yên vê dawiyê berê herkesê da kenarek dijber.

Ahmet Kekeç (Star): “Siyasetê neke, here çiya”

Ji çep temaşe bikin, ji rast temaşe bikin û ji jor de temaşe bikin… Hun ji kuderê bixwazin temaşe bikin… YSKê qedexeya ku ji namzetên serbixwe derxistî, biryareke wê bandorê li encamên siyasî bike.
Kekeç dibêje, wê ev veto rê li ber çi veke:
Yekem: Wê hilbijartinê bêxe jêr gumanê.
Dûwem: Wê pêvajoya aştiyê têk biçe…
Wê ev biryar çareserkirina pirsa Kurd bêxe nava zehmetiyê. Wê bandorek nerênî li xebatên ji bo destûrek nû ya piştî hilbijartinên 12ê Hezîranê bike û hewldanên ji bo demokrasiyê bêxe nava krîzê.

Gulay Gokturk (Bugun): “Ber bi hilbijartinê ve provakasyon”

Ev pir-pir xirabe…Vetokirina 12 namzetên serbixwe, ji bo çareserkirina pirsa Kurd bi awayek aştiyane û ji bo çêkirina destûrek nû jî darbeyek a mirinê ye…
Eger ji vê pirsgirêkê re çareseriyek neyê dîtin, îhtimalek mezin heye ku BDP tevlî hilbijartinê nebe. Ya rast di vegotina vê biryarê ya ji bo girseya xwe û raya giştî ya demokratîk qet zoriyê nakêşin.
Bi rastî rewş pir cidiye. YSKê bi vê biryara xwe, meşrûyiyeta parlementoya ku piştî hilbijartinê bê pêkanîn xist di nava xeteriyê de.
Niha yekane tişta pêwîste bê kirin, divê siyaset lezûbez bikeve tevgerê û ji bo çareserkirina vê pirsê, hemû amrazên di destê wê de heyîn bêxe dewrê.

Cengîz Çandar (Radîkal): “Provakasyona li dijî Kurdan, hilbijartina bi leke, rêya derketinê”

YSKê bi biryarekê bandorek mezin li ser hilbijartina 12ê Hezîranê kir û welat rakir ser piyan. Biryara YSKê ya hilbijartin bi leke kirî, navenda Stenbol, Amed, Wan, Cizîr, Gever û bi qasî bikarîn bijmêrîn, li kûdera vî welatî Kurd jiyan bikin, navend vegerandin “Meydana şer.”
Çandar ji bo rêya derbazbûna ji vê krîzê wiha dibêje;
1-Şerte ku YSK carek din biryara xwe diber çavan re derbaz bike.
2-Diber çavan re derbaz bike yan jî neke, AKP, pêşniyara Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ya ku bi awayek awarte parlemento kom bibe û ji bo derbazbûna ji krîzê, gûhertinên yasayî bên çêkirin, ev pêşniyar bi cidî bê girtin û ev wê bandorek erênî lê bike. (Rudaw)

Back to top button