Îroj

21'ê Avrêl

21’ê Avrêl

Di sala 1927’an û di rojekî wekê îroyê de Helbestvan û rojnameger Ahmed Arîf li Amedê jidayikbû.

Ahmed Arîf (* 21’ê avrêlê 1927’a li Amedê; † 2’ê pûşperê 1991’ê li Enqereyê) helbestvanekî kurde ku bi zimanê tirkî nivîsand.

Navê wî ye rast Ahmed Önal e. Di 21 Nîsan e da li Amedê tê dine. Nave bavê wî Arîf Hikmet, navê dîya wî Sarê ye.

Zaroktîya wî li Amede û Sêwrek e derbazdibe. Li Sêwrek e dibastana seretayî diqedîne. Li Riha yê destbi dibistana navendî diki û le li Afyone diqedîne. Dû ra terê Enqere dest bi Universîta Enqerê Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnasîyêda bêşa Felsefê dixune le ji ber girtinan xwandinê cîh dêle.

Ji bo helbestên xwe gelek caran tê girtin lêdanê dibîne dikevê hevsan. Helbestên wî di navbera salên 1944-1955 da di kovarên demê da tên weşandin. Pirtûka wî ya navdar a bi navê Min ji hesreta te prange kevnkirin (Hasretinden Prangalar Eskittim) di sala 1968 an da cara yekemîn hat weşandin, ev pirtûk heya niha nêzîke çil carî hatîye çapkirin. Û hêla çend kesanda jî li kûrdi hatîye wergerandin.

Ahmed Arîf di 2.06.1991 da li Enqerê ji nav me qetîya û çû ser dilovanîye.

Piştî mirina wî hinik helbestên wî ên ku berê di kovaranda hatibû wesandin hinik jî helbestên nû ên ku qed nehatibû weşandin di hela Filinta Önal da (lawê Ahmed Arîf) hatîye berhevkirin û sala 2003 an da di bin navê Welatê Min Şahtamarê Min (Yurdum Benim Şahdamarım ) da di nava weşanên Everest ta hat weşandin.
Ahmed Arîf her çiqas helbestên xwe bi tirkî nivisandîye jî le em dikarê bibêjin helbestên wî di hêla hûnandin û naverokê da jî tirkî bêtir nêzîke kurdîye.

Pirtûkên helbestan

• Hasretinden Prangalar Eskittim. (Everest yayınları, 2006);
• Yurdum Benim Şahdamarım (Everest yayınları, İstanbul, 2005)
• Hasretinden Prangalar Eskittim (1968-2008)

Back to top button